Li Berlînê bombeyek di wesayîtekê de teqiya: 1 mirî

Li paytexta Elmanya Berlînê, di encama teqîna bombeyekê li wesayîtekê de kesek mir. Polîsê Berlînê diyar kir, ku teqîn ji ber bombeyê rû daye.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, danê vê sibehê saet di 8'an de, wesayîtek di rêya kolana Bîsmark a navenda Berlînê de derbas dibû, teqiya. Ji ber teqînê, tê gotin ku ajokar miriye. Polîsan dan xuyakirin, ku di encama lêkolînê de derketiye holê teqîn ji ber bombeyê pêk hatiye.

Piştî vê bûyerê, polîsên Berlînê tedbîrên xwe zêde kirin. Çapemeniya Elman ragihand, ku polîsan li paytext Berlînê dane dû wesayîtên din ên jê bi guman in ku teqemenî tê de ne.