Li Fransayê greva 5,4 mîlyon karmendan li ber derî ye

Li Fransayê nîqaşên li ser pêşnûme qanûna xebatê dewam dikin. Ji bo başkirina mûçeyên karmendan jî zexta sendîkayan zêde dibe.

Li Fransayê nîqaşên li ser pêşnûme qanûna xebatê dewam dikin. Ji bo başkirina mûçeyên karmendan jî zexta sendîkayan zêde dibe. Tê payîn di 17'ê Adarê de grev destpê bike.

Nîşandera mûçeyên 5,4 mîlyon karkerên li saziyên rêveberî, nexweşxane û rêveberiyên herêmî yên li gelemperiya welêt, ji sala 2010'an û vir ve di 4,63'an de hatibû cemidandin. Ji ber vê cemidandinê û kêmkirina wergirtina karmendên nû ji bo kar, dewletê 7 mîlyar euro teserûf kiribû.

Serokwezîr Manûel Valls li ser mûçeyên karmendan daxuyaniyek dabû û gotibû ku mûçeyên karmendan wê bi awayekî 'cidî' zêde bibe. Lê belê soz û demeke şênber nedabû. Li gorî îdîayên di çapemeniyê de cih girtin, ev rêje wê di navbera ji sedî 3,5 û 1 de be.

Sendîka nerazîbûnê nîşanî van waadên Valls didin. Ji sendîkayên çep FO ku beşeke girîng a karmendên li welêt temsîl dike dixwaze, mûçe bi rêjeya ji sedî 8 bê zêdekirin. Yek ji temsîlkarên girîng ên karmendan CFDT jî diyar kir, ew ê bi 'tedbîrên biçûk' ên hikûmetê qayil nebin.

Sendîkayan dan xuyakirin, ku eger daxwazên wan neyên qebûlkikirin ew ê di navbera 17'ê Adarê-31'ê darê de bikevin grevê.