UNHCR: Ji bo 400 hezar Sûriyeyan wê civîn bê lidarxistin

Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) bang li civaka navneteweyî kir, ku herî kêm 400 penaberan qebûl bike. Li ser mijarê wê di 30'ê Adarê de li Cenevreyê civînek were lidarxistin.

Komîserê UNHCR Fîlîppo Grandîa di dema serdana xwe ya li paytexta DYA Washîngtonê de axivî û anî ziman, pirsgirêka penaberên Sûriyeyî ku bi qasî 4 mîlyon ji wan li derveyî welat in, wê li Cenevreyê bikeve rojevê.

Grandîa diyar kir, di civîneke roja 30'ê Adarê ya li Cenevreyê de wê ji civaka navneteweyî were xwestin, hîn bêhtir penaberan qebûl bikin û anî ziman, ew dixwazin herî kêm 400 hezar penaber bên qebûlkirin. Komîserê Neteweyên Yekbûyî bibîr xist ku ev hejmar zêde ye, lê tevî vê yekê jî bi tenê ji sedî 10 ê penaberên Sûriyeyî ye.

Ji Adara 2011'an dema destpêkirina şerê navxweyî yê li Sûriyeyê û vir ve 4 mîlyon jê li derveyî welat dijîn, bi giştî 10 mîlyon kes ji cih û warên xwe bûne. Piraniya penaberên li derveyî welat li Lubnan, Tirkiye û Urdunê dimînin. Bi sedan hezaran mirovan jî koçî welatên Yekîtiya Ewropayê kirine.