CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Di 2 mehan de ji ser Behra Spî zêdetirî 131 hezar penaber gihiştin Ewropayê
Komîsertiya Bilind a Penaberan (HCR) a Neteweyên Yekbûyî (NY) da xuyakirin ku ji serê vê salê ve ji ser Behra Spî zêdetirî 131 hezar penaber û koçber gihiştine Ewropayê. -
Lîderê Baskî Arnaldo Otegî ji girtîgehê derket
Arnaldo Otegî yê li herêma Baskê ya Spanyayê di pêvajoya aştiyê de bi roleke girîng rabû, piştî ku 6 salan girtî ma, serbest hat berdan. Otegî diyar kir, ew ê têkoşîna ji bo aştiyê bidomîne. -
Li Iraqê êrîşên xwekujî: Yek jê general 6 leşker mirin
Li Iraqê, çar çeteyên dijminê mirovahiyê DAIŞ'ê yên bombe li xwe pêçandibûn, ketin biryargeheke leşkerî ya li rojavayê Bexdayê. Di êrîşê de 6 leşker mirin. -
Îngilîstanê yekîneyeke leşkerî şand ser sînorê Tûnis-Lîbyayê
Îngilîstanê, yekîneyeke leşkerî ya ji 20 kesan şand ser sînorê Tûnis-Lîbyayê. -
Navber ji girtina kampa penaberan a Calaîs re hat dayîn
Di dema xerakirina kampa penaberan a li bakurê Fransayê bajarê Calaîsê de şer derket. Bi qasî 150 xwepêşandêran otobana navbera Îngilîstan û Fransayê li çûn û hatinê girtin. -
Li Bexdayê êrîşên bombeyî: 44 mirî, 53 birîndar
Li Bexdayê, ji ber du êrîşên cuda yên duh bi şev rû dan 44 kesan jiyana xwe ji dest dan, 53 kes jî birîndar bûn. -
Di navbera DYA û Rûsyayê de hevdîtinên li ser ewlekariya firînê dewam dikin
Li Sûriyeyê, çeteyên DAIŞ û El Nûsra ne di nav de, agirbest dewam dike. Di navbera DYA û Rûsyayê de jî hevdîtinên li ser ewlekariya tevgera balafiran dewam dikin. -
El Nîno xisareke mezin da Perû
Li welatê Başûrê Amerîkayê Perû, ji ber barana zêdeyî hefteyeke dibare, li gelek herêman lehî rabû, ax şemitî. -
NY: Dibe ku bi hezaran kes li Sûriyeyê ji nêza bimirin
Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî (NY) Zeyd Raad El Hûseyîn hişyarî da ku li herêmên Sûriyeyê yên hatine dorpêçkirin, ji bar ambargoya xurekê dibe ku bi hezaran kes ji nêza bimirin. -
Li dijî AKP a Polonyayê 80 hezar kes meşiyan
Li Polonyayê, tevî ku di ser hatina desthilatdariya partiya ûltra-mûxafazakar PîS re sed roj derbas bûne jî, nerazîbûna jê hînê dewam dike. Bi qasî 80 hezar kesî li kolanên paytext Varşovayê, hikûmet şermezar kirin. -
Krîza çandiniyê ya li Fransayê: Her sal bi sedan cotkar întixar dikin
Krîza çandiniyê ya li Fransayê girantir dibe. Cotkar bi hêrs in û li benda çareseriyeke lezgîn in. Ev rewşa li sektora çandiniyê ku bi dehan salan e her serberjêr e, dibe sedem ku her sal bi sedan cotkar întixar bikin. -
Li Erebîstana Siûdî, Tirkiye jî di nav de 20 welat tetbîqeta leşkerî dikin
Li Erebîstana Siûdî, bi beşdariya 20 welatan tetbîqeteke leşkerî destpê kir. Hat îdîakirin ku tetbîqet ji bo kordînekirina hewldanên têkoşîna li dijî terorê tê kirin. Navê tetbîqetê jî kirin "Birûska Bakur". -
Li Rûsyayê karesata kanê: 36 kes mirin
Hejmara mirovên di karesata grîzu ya li kaneke komirê ya li Bakurê Rûsyayê de jiyana xwe ji dest dan, derket 36 kesan. -
Li Ramadî 160 çete hatin kuştin
Di şerê li bejahiya Ramadî de 160 çete hatin kuştin. -
Li Kolombiyayê vîrûsa Zîka bi 42 hezar 700 kesî ket
Li Kolombiyayê, di nava hefteyekê de bi 5 hezar 700 kesên nû re vîrûsa Zîka hat tespîtkirin. -
50 hezar kes li Fransayê li dijî projeya balafirgehê meşiyan
Li hemberî projeya çêkirina balafirgeheke nû li nêzî bajarê Fransa Nantesê, 50 hezar kes meşiyan. -
Li Patagonyayê qadeke fosîlan a beriya 160 mîlyon salî dîtin
Li Patagonya Arjantînê, ekîbek ji zanyaran qadeke fosîlan a 60 hezar kîlometreçargoşeyî ya beriya 160 heta 140 mîlyon salî ya ji Serdema Jûra, dîtin. -
Li Londonê 60 hezar kes beşdarî çalakiya li dijî nukleerê bû
Li paytexta Îngilîstan Lndonê, bi deh hezaran mirov li dijî modernîzekirina fîloya keştiya binê avê, li hev civiyan. -
Di hilbijartinên Îranê de jimartina dengan destpê kir
Li Îranê, piştî dengdayîna ji bo hilbijartina Parlamentê û Meclîsa Pisporan, jimartina dengan destpê kir. -
Pentagonê li dijî DAIŞ'ê dest bi şerê sîber kir
Wezareta Parastinê ya DYA ferman da ku li hemberî koma dijminê mirovahiyê DAIŞ'ê êrîşeke sîber bê destpêkirin. -
Pûtîn: Dijminên biyanî hewl didin hilbijartinan sabote bikin
Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn da xuyakirin, ku 'dijminên biyanî' hewl didin hilbijartinên giştî yên meha Îlonê sabote bikin. -
Artêşa Kamerûnê: 92 endamên Boko Haram hatin kuştin, 850 gund hatin rizgarkirin
Artêşa Kamerûnê da xuyakirin, ku wan ji koma dijminê mirovahiyê ya Nîjeryayî Boko Haram 92 çete kuştine. -
Sadr Îbadî hişyar kir: 45 rojên we hene
Rêberê Tevgera Sadir û oldarê Şîî yê Iraqî Mukteda El Sadir bi mîtînga girseyî ya li Bexdayê, ji bo reforman 45 roj dan hikûmetê. -
Pûtîn: Agirbest ji bo komên terorîst derbas nabe
Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn diyar kir, agirbesta îşev li Sûriyeyê destpê bike, wê 'zehmet û nakok' be. -
Cenevre-3 hînê ne diyar e
Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê bi taybetî ji bo Sûriyeyê hatiye wezîfedarkirina Staffan de Mîstûra da xuyakirin, ku piştî ragihandina peymana agirbestê ew ê ji bo danûstandinên li Cenevreyê, demeke nû eşkere bike.