Krîza çandiniyê ya li Fransayê girantir dibe. Cotkar bi hêrs in û li benda çareseriyeke lezgîn in. Ev rewşa li sektora çandiniyê ku bi dehan salan e her serberjêr e, dibe sedem ku her sal bi sedan cotkar întixar bikin.
Li Fransayê di nava 50 salên dawî de, sektora çandiniyê ji sedî 90 ê karê xwe wind akir. Tê payîn, hejmara kargehên çandiniyê her kêm bibe. Gundiyên Fransayê krîzeke giran a buhayan dijîn. Pêşbirka hilberînê nikare bibe bersiv ji zerarên cotkaran re. Berhemên çandiniyê di nava krîzeke buhayan de ye.
Civaknasê sektora çandiniyê Françoîs Pûrseîgle ji rojnameya Le Monde re axivî û anî ziman, ku li qada çandiniyê têkoşînek di navbera du modelan de heye. Li gorî civaknasê Fransayî, di navbera yên timî dixwazin karê çandiniyê bê mezinkirin û yên bazareke alternatîf a firotina di cih de dixwazin, têkoşînek tê meşandin.
FIROTINA KÊMÎ BUHAYÊ XWE
Ji ber krîzê cotkar bi mehan e çalakiyan lidar dixin. Dixwazin dengê wan bê bihîstin û krîz çareser bibe. Baş e cotkar ji nû ve ketin ser rêyan? Şaxên xwedîkirina heywanan û berhemên heywanî (şîr, goştên dewar û berazana) di sala 2015'an de bi kêmbûneke mezin a buhayê firotinê, ku kêmî buhayê hilberînê ye, rast hatin. Di rewşeke bi vî rengî de mirovên bi sewalkariyê re mijûl dibin, xist nava rewşeke zehmet. Tevî hemû hewldanan di sala 2016'an de jî buha zêde nebû. Hikûmetê ji bo karê xwedîkirina heywanan, hefteya derbasbûyî da xuyakirin ku ew 125 mîlyon Euroyên din li plana alîkariyê ya 700 mîlyon Euroyî zêde dike. Lê vê yekê cotkar îqna nekir.
BOVE: BILA FIROTINA KÊMÎ BUHAYÊ HILBERÎNÊ BÊ QEDEXEKIRIN
Ev krîza bû sedem ku bi hezaran kes biherikin kolanan, di heman demê de dibe sedem ku salane zêdeyî 600 cotkar întixar bikin. Yek ji fîgurên têkoşîna li dijî globalbûyînê Jose Bove ji radyoya RTL re axivî û xwest firotina kêmî buhayê hilberînê were qedexekirin.