Îngilîstanê yekîneyeke leşkerî şand ser sînorê Tûnis-Lîbyayê

Îngilîstanê, yekîneyeke leşkerî ya ji 20 kesan şand ser sînorê Tûnis-Lîbyayê.

Wezîrê Parastinê yê Îngilîstanê Mîchael Fallon daxuyanî da parlamentê û da zanîn, ku wezîfeya vê yekîneya taybet astengkirina derbasbûnên derveyî aqnûnî ji Tûnisê ber bi Lîbyayê ye.

Hêzên rojavayî bawer in, çeteyên DAIŞ'ê yan jî kesên dixwazin tevlî DAIŞ'ê bibin, di sînorê Tûnisê re derbasî Lîbyayê dibin.

Fallon ragihand, yekîneyek taybet a ji 20 kesan wê li ser sînorê Tûnisê alîkariya ewlekariya sînor bide hêzên ewqlekariyê yên Tûnisê.

Rojnameya Wall Street Journal hefteya derbasbûyî ragihandibû ku bi qasî 7 hezar Tûnisî ji bo tevlî nava DAIŞ'ê bibin welat terikandine.