Li Rûsyayê karesata kanê: 36 kes mirin

Hejmara mirovên di karesata grîzu ya li kaneke komirê ya li Bakurê Rûsyayê de jiyana xwe ji dest dan, derket 36 kesan.

Li kana komirê ya Servernaya, ku li nêzî Vorkûta ya 100 kîlometre li bakurê Cemera Bakur, karesatekê rû da.

Karesaet 748 metre li binê erdê rû da. Di vê teqîna roja Pêncşemê de ewilî hatibû gotin ku 4 kesan jiyana xwe ji dest dane, 26 karkerên kanê jî winda ne.

Roja Şemiyê careke din ji ber gaza metanê teqîne rû da û piraniya wan endamên tîma rizgarkirinê 6 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Şîrketa xwediyê vê kanê da xuyakirin, ku 26 kesên winda ne, şensê wan ê xilasiya ji teqîna grîzu nîne. Hat ragihandin, xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên li kana komirê hatine qedandin.

Bi vî rengî hat gotin, hejmara mirovên di karesata li kana komirê de jiyana xwe ji dest dane derketiye bûye 36.