Li Bexdayê êrîşên bombeyî: 44 mirî, 53 birîndar
Li Bexdayê, ji ber du êrîşên cuda yên duh bi şev rû dan 44 kesan jiyana xwe ji dest dan, 53 kes jî birîndar bûn.
Li Bexdayê, ji ber du êrîşên cuda yên duh bi şev rû dan 44 kesan jiyana xwe ji dest dan, 53 kes jî birîndar bûn.
Li herêma Miqdadiye ya 80 km li bakurrojhilatê paytexta Iraq Bexdayê ye, êrîşeke xwekujî hat kirin. Li vê derê 38 kesan jiyana xwe ji dest dan, 40 kes birîndar bûn.
Li bajarokê Ebû Xirêb ê Bexdayê jî bi maşîneke bombebarkirî êrîşek hat kirin. Di encama vê êrîşê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan, 13 kes jî birîndar bûn.