50 hezar kes li Fransayê li dijî projeya balafirgehê meşiyan
Li hemberî projeya çêkirina balafirgeheke nû li nêzî bajarê Fransa Nantesê, 50 hezar kes meşiyan.
Li hemberî projeya çêkirina balafirgeheke nû li nêzî bajarê Fransa Nantesê, 50 hezar kes meşiyan.
Li hemberî projeya çêkirina balafirgeheke nû li nêzî bajarê Fransa Nantesê, 50 hezar kes meşiyan.
Projeya balafirgeha "Notre-Dame-des-Landes" a hikûmetê li mûxalefeteke mezin rast tê. Roja Şemiyê li gorî Walîtiyê 15 hezar, li gorî amadekaran jî 50 hezar kes li dijî vê projeyê meşiyan.
Ev meş piştî pêşniyara Serokkomar Françoîs Hollande ya ji bo pêkanîna referandûmê li ser projeya balafirgehê, pêk hat.
Çalakiyên protestoyî, piştî derxistina 15 şêniyên herêmê ji qada projeya balafirgehê destpê kirin Ev welatiyên li herêmê xwedî paşerojeke kevn e, serî li dadgehê dabûn lê ev serlêdana wan di meha Çileyê de hatibû redkirin.
Dadgehê biryar da ku 11 malbat, 4 çandiyar heta 26'ê Adarê ji herêmê derkevin, lê ti biryar li ser pêkanîneke pereyî negirt.
Piştî biryara dadgehê Serokkomar Françoîs Hollande roja 11'ê Sibatê da xuyakirin ku wê ji bo projeya balafirgehê referandûm bê kirin. Serokwezîr Manûel Valls diyar kir, eger di referandûmê de proje bê erêkiri, ew ê ji meha Cotmehê û pê ve dest bi vî karî bikin.
Lê belê dema referandûmê, pirsa wê bê pirsîn û herêmên vê projeyê zelal nebûne.