Di 2 mehan de ji ser Behra Spî zêdetirî 131 hezar penaber gihiştin Ewropayê

Komîsertiya Bilind a Penaberan (HCR) a Neteweyên Yekbûyî (NY) da xuyakirin ku ji serê vê salê ve ji ser Behra Spî zêdetirî 131 hezar penaber û koçber gihiştine Ewropayê.

Berdevkekî HCR’ê, got di mehên Çile û Sibatê de 131 hezar û 724 penaber gihiştin Yewnanîstanê. Ev hejmar, nîşan dide ku herîkîna koçê ji yekemîn nîvê sala 2015’an hê zêdetir e.

HCR diyar kir ku di rêwîtiya ji ser Behra Spî de, ji serê salê heta niha 410 kes noqî avê bûne û jiyana xwe ji dest dane.

Berdevk anî ziman ku di mehên zivistanê de bi giştî herîkîna koçê ya ber bi Ewropayê kêm bûye, got: “Lê hê jî di asta jor de ye.”

HCR’ê îfade kir ku niha li Yewnanîstanê 24 hezar penaber û koçber pêdiviya wan a cih heye, got ji van 8.500 kes li deriyê sînorê Îdomenî yê bi Makedonya re dimînin.

Berdevk, bal kişand ku li Deriyê Îdomenî şeva Duşemê herî kêm 1.500 kes li derve mane.

Tê diyarkirin ku ji ber herîkîna koçberan a zêde, wê li van qadan nebesiyên xwarin, bicihbûyin, av û tenduristiyê çêbibin. Her wiha tê îfadekirin ku di nav penaberan de alozî çêdibin.

Meqamên Yewnanî li nêzî Îdomeniyê, 2 wargeh ava kirin, lê ev li hember hejmara penaberan gelekî kêm ma.

HCR’ê go, “Yewnanîstan bi tenê serê xwe nikare vê rewşê bi rê ve bibe”, xwest ku plana bicihkirina penaberan a 2015’an li Ewropayê bû biryar bikeve meriyetê.