Di hilbijartinên Îranê de jimartina dengan destpê kir

Li Îranê, piştî dengdayîna ji bo hilbijartina Parlamentê û Meclîsa Pisporan, jimartina dengan destpê kir.

Hilbijartin roja Înê hatin kirin. Bi vê hilbijartinê re hem Parlament, hem jî Meclîsa Pisporan a ku karê xwe wezîfedarkirina Lîderê Olî ye, tên nûkirin.

Li gorî hin pisporan, ev hilbijartin wê siberoja Îranê destnîşan bike. Li welatê nifûsa xwe 80 hezar e, 2 ji 3 temamiya nifûsê ciwanên kêmî 30 salî ne.

Ev hilbijartin, piştî peymana nukleerî ya bi hêzên mezin re di Tîrmeha 2015'an de hat morkirin, hilbijartina yekemîn e. Di çarçoveya vê peymanê de li hemberî lêgerîna Îranê ya li bombeya atomê tedbîrên tund tên girtin. Di berdêla vê de jî cîhana rojava ambargoya li ser Îranê gav bi gav radike.

Ji ber tevlîbûna zêde ya li dengdayînê, dema girtina sindoqan 5 caran hat taloqkirin û 6 saetan dema dengdayînê hat dirêjkirin.

Li gorî berdevkekî Wezareta Karên Hundir, zêdeyî 33 mîlyon kes çûn ser sindoqan. Ev yek jî tê wateya beşdariya ji sedî 60 a hilbijêran. Tê texmînkirin ku rêjeya tevlîbûnê ji vê zêdetir be.