El Nîno xisareke mezin da Perû

Li welatê Başûrê Amerîkayê Perû, ji ber barana zêdeyî hefteyeke dibare, li gelek herêman lehî rabû, ax şemitî.

Li welatê Başûrê Amerîkayê Perû, ji ber barana zêdeyî hefteyeke dibare, li gelek herêman lehî rabû, ax şemitî.

Barana ji ber El Nîno ya bandorê li bakur û başûrê welêt dike, li herêmên Pîûra û Tûmbes ên li sînorê Ekvatorê ne, lehî rabûn û zerareke mezin rû da. Tê gotin ku li Tûmbesê nexweşxane jî di nava avê de man e.

Li herêmên bakur jî di asta herî bilind de, di asta 4'an de alarma xeteriyê hat dayîn.

Baranê herî zêde li herêma Areqûîpa ya li başûrê Perû da. Lehiya li Areqûîpa rabû gelek mal û wesayît da ber xwe. Hat ragihandin ku di karesatê de herî kêm du kesan jiyana xwe ji dest dane. Ji ber lehiyê gelek kes jî winda ne.

Ji ber El Nîno rewşa hewayê ya li herêmên navîn ên Başûrê Amerîkayê di asteke cidî de guhertin çêbûbû. Hikûmeta Perû di destpêka meha Çileyê de li gelek herêman rewşa awarte îlan kiribû.