Lîderê Baskî Arnaldo Otegî ji girtîgehê derket
Arnaldo Otegî yê li herêma Baskê ya Spanyayê di pêvajoya aştiyê de bi roleke girîng rabû, piştî ku 6 salan girtî ma, serbest hat berdan. Otegî diyar kir, ew ê têkoşîna ji bo aştiyê bidomîne.
Arnaldo Otegî yê li herêma Baskê ya Spanyayê di pêvajoya aştiyê de bi roleke girîng rabû, piştî ku 6 salan girtî ma, serbest hat berdan. Otegî diyar kir, ew ê têkoşîna ji bo aştiyê bidomîne.
Otegî yê 57 salî ku beriya niha gelek caran bi cezayê ragirtinê hat cezakirin, ji girtîgeha Logrono ya li herêma Rîoja ya li bakur derket. Otegî ji aliyê 200 kesî ve bi çepikan hat pêşwazîkirin.
Otegî ji rojnamevanên li ber deriyê girtîgehê li benda wî bûn re axivî û got, "Hin kes dibêjin li Dewleta Spanyayê girtiyên siyasî nînin. Eger nizanîbûna îro ji girtîgeheke Spanyayê girtiyekî siyasî derdikeve, ewqas rojnamevan îro li vir we ne amade bûna."
Arnaldo Otegî yek ji alîgirên serxwebûnê ye ku di dawiya salên 1990'î de xwest ETA dest ji têkoşîna çekdarî berde. Otegî ku di heman demê de milîtanekî ETA ye, yek ji aktorên sereke yê pêvajoya diyaloga 2006'an a navbera hikûmeta Sosyalîst û rêxistina ETA'yê ye, ku ev diyalog bi ser neketibû.
Piştî têkçûna pêvajoyê, hikûmet careke din li polîtîkaya tund vegeriya û Otegî jî di nav de bi dehan kes girtibû.
Otegî di Îlona 2011'an de, ji ber hewldana ji nû ve avakirina desteya rêveber a partiya Batasûna ya hatiye qedexekirin, hat mehkûmkirin. Batasûna bi hinceta baskê siyasî yê ETA'yê ye, di sala 2003'an de hatibû girtin.
'RÊYA BÊ ŞOPANDIN, AŞTÎ YE'
Otegî di daxuyaniya xwe ya li peşiya girtîgehê de got, "Ji ber ku me aştî xwest, ev şeş sal û nîv e em li girtîgehê tên ragirtin. Tevî hemû provokasyonan, ji ber ku we aştî dewam kirine ez we pîroz dikim. Rêya ku heta dawiyê were şopandin, aştî ye. Mîna we hemûyan, ji bo pêkanîna vê, ez xwe jî pêşniyar dikim."