Navber ji girtina kampa penaberan a Calaîs re hat dayîn
Di dema xerakirina kampa penaberan a li bakurê Fransayê bajarê Calaîsê de şer derket. Bi qasî 150 xwepêşandêran otobana navbera Îngilîstan û Fransayê li çûn û hatinê girtin.
Di dema xerakirina kampa penaberan a li bakurê Fransayê bajarê Calaîsê de şer derket. Bi qasî 150 xwepêşandêran otobana navbera Îngilîstan û Fransayê li çûn û hatinê girtin.
Li dû xwepêşandanên protestoyî yên tevahiya rojê dewam krin, ji bo valakirina kampê rojekê navber hat dayîn. Li vê kampa ku piraniya wan Sûriyeyê zêdeyî 4 hezar penaber lê dimînin, hewl tê dayîn konên li derdorê bên rakirin.
Rayedarên Fransayê dan xuyakirin, ku ew dixwazin pêşî li derbasbûna penaberan di tunela manşê de bigirin.
Dadgeha Fransayê ya biryara valakirina kampê da, hikum dabû kamp ji bo hezar kesî ye û bicihbûna 3 hezar kesên din ji aliyê hîjyenîk ve ne rast e.
Penaberên ku hewl tê dayîn di nava mercên zivistanê de seqwî herêmên din ên Fransayê werin kirin, nerazîbûnê nîşanî biryara valakirinê didin.
Ji bo destekkirina penaberên li Fransayê, rêxistinên civakî yên sivîl ên li Îngilîstanê hatin kampa Calaîsê.
Di xwepêşandanên duh de, aktîvîstên Îngilîz jî di nav de 4 kes hatin binçavkirin.