CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Gemariya hewayê he sal rê li ber mirina 5,5 mîlyon mirovan vedike
Li gorî lêkolînek zanyarên Amerîkî, gemariya hewayê salane rê li ber mirina 5,5 mîlyon mirovan vedike. -
Parlamenta Venezûelayê banga alîkariyê kir
Li Venezûelayê, ku ji ber kêmbûna buhayê petrolê pirsgirêkên aboriyê der bûn, mûxalefeta rastgir îdîa dike ku li welêt 'xeteriyeke birçîbûnê' ya cidî heye. -
Li nava Yekîtiya Ewropayê hejmara cihên kar zêde dibe
Li gorî daneyên ji aliyê Komîsyona Yekîtiya Ewropa (YE) ve hatin eşkerekirin, di nava nifûsa 20-64 salî ya li welatên YE de rêjeya mirovên bûne xwedî kar gihaşt asta ji sedî 70,6. -
Li girtîgeha li Meksîkayê îsyan: Bi qasî 50 mehkûm mirin
Li girtîgeheke li Meksîkayê, di navbera komên çete de şer û îsyan derket. Di encama vê îsyanê de bi qasî 50 mehkûman jiyana xwe ji dest dan, gelek kes jî birîndar bûn. -
Li Elmanyayê goristana 8 hezar salî hat dîtin
Di encama lêkolînên arkeolojîk de goristana herî kevin a Elmanyayê hat dîtin. -
Welatên YE ji 160 hezar penaberan bi tenê 497 wergirtin
Komîserê Komîsyona YE yê ji koçberiyê berpirsyar Dîmîtrîs Avramopûlos diyar kir, biryara par hat dayîn a li ser 160 hezar penaberên ji Îtalya û Yewnanîstanê bê wergirtin û li nava welatên yekîtiyê werin belavkirin, hînê bi cih nehatiye anîn. -
Li Nurnbergê danasîna namzetên Meclîsa Ahengiyê
Li bajarê Elmanya Nurnbergê, 4 namzetên hilbijartina 'Meclîsa Ahengiyê' ya 13'ê Adarê, wê ji aliyê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Nurnbergê ve werin destekkirin. -
FARC wê çekê nede destê mirovên ji 18 salî biçûktir
Ji heyeta muzakereyê ya FARC'ê Vîctorîa Sandîno, ku muzakereyên xwe yên bi hikûmeta Kolombiyayê re li paytexta Kuba Havana didomînin daxuyaniyek da û diyar kir, ku tevgera gerîla wê berpirsyarî û pîvanên navneteweyî bi cih bîne. -
Dadgeha Bilind rêvebirina bernameya avhewayê ya Obama sekinand
Dadgeha Bilind a DYA, têkildarî Bernameya Parastina Avhewayê ku yek ji girîngtirîn projeyên Serokê DYA Barack Obama ye, biryara sekinandina bicihanîna wê da. -
IISS: Serdestiya leşkerî ya NATO'yê qels dibe
Li gorî rapora biçekbûnê ya saziya thînk-tank a bi navê IISS a li Londonê, welatên Asya budçeya xwe ya ji bo biçekbûnê zêdetir kirine. Serdestiya leşkerî ya welatên NATO jî qels dibe. -
Li Şamê teqîn: 8 mirî
Li paytexta Sûriye Şamê, di encama teqînekê de 8 kes mirin -
Li Elmanyayê du trenên rêwiyan li hev qelibîn: Gelek kes mirin û birîndar bûn
Li eyaleta Bavyera ya Elmanyayê du trenên rêwiyan li hev qelibîn. Hat ragihandin, ku di bûeyrê de gelek kesan jiyana xwe ji dest dane. -
Berlînale ya 66. bi fîlmê birayên Coen destpê dike
66. Festîvala Fîlman a Berlînê ya Navneteweyî, di 11'ê Sibatê de bi fîlmê "Haîl, Caesar!" ên birayên Joel û Ethan Coen destpê dike. Ji bo xelta 'Hirçê Zêrîn' jî wê 18 fîlm di festîvalê de tevlî pêşbirkê bibin. -
Li Fransayê biryara li ser rewşa awarte ji Desteya Wezîran re tê hiştin
Li Fransayê, revîsyona destûra bingehîn, ku biryara li ser rewşa awarte radestî desteya wezîran dike, hat qebûlkirin. Mûxalefeta çep a radîkal li dijî vê revîzyonê derdiket. -
Siûdî di şandina 'yekîneyên bejahî' de bi israr e; Kanada êrîşên xwe yê hewayî diqedîne
Erebîstana Siûdî ragihand, ku di çarçoveya mîsyona navneteweyî ya li Sûriyeyê de ew amade ne yekîneyên xwe yên bejahî yên bijarte bişînin. Hikûmeta Kanada jî wê êrîşên xwe yên hewayî yên li Sûriye û Iraqê bisekinîne. -
Aboriya Hîndîstanê ji ya Çînê bêhtir mezin bû
Li gorî hejmarên ji aliyê hikûmeta Hîndîstanê ve hatin eşkerekirin, aboriya welêt di nava 3 mehên dawî yên sala 2015'an de bi rêjeya ji sedî 3 mezin bûye. Ev rêjeya mezinbûnê, Çîn jî li dû xwe hişt. -
Li Darfûrê drama mirovahiyê: Bi deh hezaran sivîlan xwe li NY girtin
Li herêma Darfûr a Sûdanê, ji ber şerê navbera yekîneyên artêşa ser bi dîktator Omer el Beşîr û serhildêrên endamên SLA, bi deh hezaran mirov ji cih û warên xwe bûn. -
Li Ramadî 68 esîr ji DAIŞ'ê hatin rizgarkirin
Di operasyonên li bajarê Ramadî yê ser bi wîlayeta Anbar a Iraqê de, 68 sivîlên di destê DAIŞ'ê de esîr hatibûn girtin, hatin rizgarkirin. -
KENY gava fuzeyê ya Koreya Bakur şermezar kir
Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY), di civîna awarte de, ceribandina fuzeya menzîl dirêj ji aliyê Koreya Bakur ve bi zimanekî tund hat şermezarkirin. -
'Fermandarê' DAIŞ'ê yê di ser Tirkiyeyê re reviya Elmanyayê hat binçavkirin
Polîsên Elman li bajarê Maînzê avêtin ser du malan û yek jê payebilindekî kevin ê DAIŞ'ê 2 kes kirin bin çavan. -
Merkel dîsa li cem Erdogan ê 'qet wî hezm nake' ye
Di navbera hikûmeta Elman, AKP û Recep Tayyîp Erdogan de hevkariya qirêj a li ser astengkirina penaberan û bêdengiya li pêşberî qetilkirina Kurdan, didome. -
'Roja Çalakiyê' ya Pegîda ya nîjadperest bal nekişand
Li Ewropa û Awûstralyayê bi pêşengiya tevgera Pegîda ya nîjadperest li dijî penaberan û Misilmanan çalakî hat lidarxistin. Ev xwepêşandanên Pegîda bal nekişand û tevlîbûn kêmî bendewariyan bû. -
Bi qasî yek ji sê parên Elman dixwazin li dijî penaberan çek bê bikaranîn
Partiya rastgir AfD ku bi zêdebûna hejmara penaberan li Elmanyayê xurt bû dixwaze li ser sînor li dijî penaberan çek were bikaranîn. Bi qasî yek ji sê parên gelê Elman destekê dide vê daxwazê. -
Tûnis ji girên ji xîzê û qenalan sînorekî 200 km'yî çêkir
Tûnis, ku par bû hedefa êrîşên terorîstî û bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan, li ser sînorê Lîbyayê 'sîstemeke astengkirinê' ya ji girên xîzê û qenalan çêkir. -
Di hilbijartinên Meclîsa Ahengiyê ya Nurnbergê de namzetê Kurd jî heye
Di hilbijartinên Meclîsa Ahengiyê de ku 6 salan carekê li Elmanyayê tên kirin û mirovên ne welatiyên Elman jî dikarin tevlî bibin, li Nurnbergê namzetekî Kurd jî heye. Volkan Kuççuk ji bo bo dengdayînê bang li Kurdan kir.