Parlamenta Venezûelayê banga alîkariyê kir
Li Venezûelayê, ku ji ber kêmbûna buhayê petrolê pirsgirêkên aboriyê der bûn, mûxalefeta rastgir îdîa dike ku li welêt 'xeteriyeke birçîbûnê' ya cidî heye.

Li parlamenta ku mûxalefeta rastgir lê xwedî giranî ye, bang hat irin û ji hikûmeta sosyalîst hat xwestin, ku bi lezgînî alîkariyê ji civaka navneteweyî bixwaze.
Di vê biryara parlamentê de ji Serokdewlet Nîcolas Madûro û hikûmetê hat xwestin, ku tedbîrên demî werbigirin û serî li alîkariya xurekê ya navneteweyî bidin. Parlamentê îdîa kir, ku di rewşeke berevajî de wê welat bikeva nava xeteriya birçîbûnê.
Lîderê mûxalefeta rastgir a li Parlamentê Jûlîo Borges da xuyakirin, ku ji sala 1999'an û vir ve bi qasî 1.200 şîrketên 300 ji wan di sektora xurekê de kar dikin, ji aliylê dewletê ve hatine desteserkirin û îdîa kir ku beşeke girîng a ji van şîrketan ji hilberînê qut bûne.