KENY gava fuzeyê ya Koreya Bakur şermezar kir

Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY), di civîna awarte de, ceribandina fuzeya menzîl dirêj ji aliyê Koreya Bakur ve bi zimanekî tund hat şermezarkirin.

Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY), di civîna awarte de, ceribandina fuzeya menzîl dirêj ji aliyê Koreya Bakur ve bi zimanekî tund hat şermezarkirin.

Nûnerê Venezûela Rafael Ramîrez ku serokatiya demê ji KENY re dike, piştî civînê daxuyaniyek da û diyar kir ku ev gava rêveberiya Koreya Bakur tê wateya 'binpêkirina hemû pêşnûmeyên Neteweyên Yekbûyî (NY) heta roja îro qebûl kiriye'.

Ramîrez da xuyakirin, ku Koreya Bakur gefê li aştiya cîhanê dixwe û anî ziman, ku li gorî agahiyên ji dîplomatên Neteweyên Yekbûyî wergirtiye, ji bo ambargoyeke nû ya li hemberî Koreya Bakur hînê demeke ji bo derbaskirina pêşnûmeyekê ji NY diyar nebûye.

Rêveberiya Koreya Bakur, tevî hemû hişyariyên ji raya giştî ya navneteweyî hat jî duh fuzeyeke menzîl dirêj şandibû fezayê. Di daxuyaniya rêveberiyê de hatibû îdîakirin ku fuze di çarçoveya bernameyeke peykê hatiye şandin, lê Neteweyên Yekbûyî bi fikar e ku serê nûkleerî di vê fuzeyê de heye.