Li Darfûrê drama mirovahiyê: Bi deh hezaran sivîlan xwe li NY girtin
Li herêma Darfûr a Sûdanê, ji ber şerê navbera yekîneyên artêşa ser bi dîktator Omer el Beşîr û serhildêrên endamên SLA, bi deh hezaran mirov ji cih û warên xwe bûn.
Li herêma Darfûr a Sûdanê, ji ber şerê navbera yekîneyên artêşa ser bi dîktator Omer el Beşîr û serhildêrên endamên SLA, bi deh hezaran mirov ji cih û warên xwe bûn.
Li herêma Darfûr a Sûdanê, ji ber şerê navbera yekîneyên artêşa ser bi dîktator Omer el Beşîr û serhildêrên endamên SLA, bi deh hezaran mirov ji cih û warên xwe bûn. Neteweyên Yekbûyî (NY) bi fikar e ku ji ber şer, hejmara penaberan zêde bibe.
Li Darfûrê şerê di navbera yekîneyên artêşa Sûdanê û Artêşa Rizgariya Sûdanê (SLA) ê di meha Çileyê de destpê kir, dijwar dibe. Nûnera Neteweyên Yekbûyî ya li Sûdanê Samantha Newport diyar kir, hejmara mirovên heta roja îro xwe li baregeha leşkerî ya NY a li Sortony girtne, gihaştiye 40 hezarî.
Nûner bal kişand ser şerê li herêma Cebel Marra û anî ziman, ew bi fikar in li vê herêmê jî bi qasî 50 hezar mirovî ji neçarî cih û warên xwe terikandibin.
Koordînatora Alîkariya Însanî ya NY Marta Rûedas jî diyar kir, sivîlên ji ber şer reviyan e ji hemû derfetan bêpar in.
Li herêma Cebel Marra, şerê di navbera artêşa Sûdanê û gerîlayên SLA, ev 3 hefte ne dewam dike. Yekîneyên artêşê bi çekên giran û balafiran êrîşî SLA dikin.
Li Sûdan a Omer el Beşîr lê serdest e, di navbbera gelên ne Ereb ên li herêma Darfûrê û artêşê de ji sala 2003'na û vir ve şer diqewime. SLA ya dibêje zext li gelên ne Ereb tê kirin û li hemberî têkoşîna çekdarî dimeşîne. Di şerê navbera SLA û artêşê de heta niha 300 hezar mirovî jiyana xwe ji dest dane.
Tê zanîn ku El Beşîr li Darfûrê bi destê milîsên Ereb ên weke Cancavîdî tên naskirin, qirkirin kiriye. Dadgeha Ceza ya Navneteweyî ya li Laheyê, der heqê el Beşîr de ji ber sûcdarên 'qirkirinê', 'sûcê li dijî şer' û 'sûcê li hemberî mirovahiyê' biryara girtinê dabû.