FARC wê çekê nede destê mirovên ji 18 salî biçûktir

Ji heyeta muzakereyê ya FARC'ê Vîctorîa Sandîno, ku muzakereyên xwe yên bi hikûmeta Kolombiyayê re li paytexta Kuba Havana didomînin daxuyaniyek da û diyar kir, ku tevgera gerîla wê berpirsyarî û pîvanên navneteweyî bi cih bîne.

Ji heyeta muzakereyê ya FARC'ê Vîctorîa Sandîno, ku muzakereyên xwe yên bi hikûmeta Kolombiyayê re li paytexta Kuba Havana didomînin daxuyaniyek da û diyar kir, ku tevgera gerîla wê berpirsyarî û pîvanên navneteweyî bi cih bîne. Sandîno ragihand, ku gerîla wê ji niha û pê ve çekê nede destê ciwanên ji 18 salî biçûktir û da zanîn, ev biryar yek ji hewldanên wan ên girîng e ji bo bidawîkirina şerê navxweyî.

FARC'ê di pêvajoya muzakereyên aştiyê yên ji sala 2012'an û vir ve didome de, par biryarek girtibû û emrê rakirina çekê ji 15 derxistibû 17'an. FARC bi biryara xwe ya nû re temenê rakirina çekan li gorî normên navneteweyî sererast kir.

Heyeta FARC'ê duh her wiha bang li Serokdewletê Kolombiyayê Jûan Manûel Santos kir û xwest, xizmeta leşkeriyê ya ji neçarî rake. Li ser navê heyetê Vîctorîa Sandîno axivî û bang li Santos kir ku soza xwe ya hilbijartinê bi cih bîne. Ji yekîneyên gerîla jî xwest, çekê nede destê mirovên temenê wan biçûk e.

Li gorî daneyên fermî, di anvbera salên 1999 û 2015'an de FARC'ê û rêxistinên çep ên li Kolombiyayê yan jî komên paramîlîter ên rastgir, çek dan destê 5 hezar 708 zarokan. Tê texmînkirin ku ji sedî 84 ê van zarokan tevlî şerê çekdarî bûne.

Di şerê navxweyî yê Kolombiyayê de, ku ji sala 1964'an û vir ve dewam dike, êdeyî 220 hezar mirovan jiyana xwe ji dest dan, 5 mîlyon mirov ji cih û warên xwe bûn.

Li gorî hikûmeta Kolombiyayê, hejmara şervanên FARC'ê 7 hezar e, rêxistineke din a şoreşger Artêşa Rizgariya Neteweyî (ELN) jî xwedî hêzeke gerîla ya ji 1.500 kesî ye. Li gorî çavkaniyên FARC'ê, hêza gerîla gelekî ji hejmarên fermî zêdetir e. FARC hînê beşeke girîng a xaka welêt kontrol dike.

Bi însiyatîfa Serokdewletê Kubayê Raûl Castro re di Mijdara 2012'an de di navbera FARC û hikûmeta Kolombiyayê de muzakere hatibû destpêkirin. Peymana aştiyê ya dawî, ku wê şerê navxweyî biqedîne, tê payîn di meha pêş de were îmzekirin.