'Roja Çalakiyê' ya Pegîda ya nîjadperest bal nekişand
Li Ewropa û Awûstralyayê bi pêşengiya tevgera Pegîda ya nîjadperest li dijî penaberan û Misilmanan çalakî hat lidarxistin. Ev xwepêşandanên Pegîda bal nekişand û tevlîbûn kêmî bendewariyan bû.
Li Ewropa û Awûstralyayê bi pêşengiya tevgera Pegîda ya nîjadperest li dijî penaberan û Misilmanan çalakî hat lidarxistin. Ev xwepêşandanên Pegîda bal nekişand û tevlîbûn kêmî bendewariyan bû.
Li Ewropa û Awûstralyayê bi pêşengiya tevgera Pegîda ya nîjadperest li dijî penaberan û Misilmanan çalakî hat lidarxistin. Di bin navê "Roja Çalakiyê ya Navneteweyî" de bi hezaran kes di heman demê de daketin kolanan.
Tevlîbûna herî zêde ya li çalakiyên li dijî koçberiyê û Îslamê, li bajarê Elmanya Dresdenê pêk hat. Di meşa Pegîda ya li Dresdenê de 8 hezar Elmanên li dijî biyaniyan û nîjadperest amade bûn. Par çalakiya Pegîda bi beşdariya 25 hezar kesan pêk hatibû.
Li paytexta Komara Çekê Pragê, partnerên nîjadperest ên Pegîda bi tevlîbûna 1.500 kesî çalakiya li dijî Îslamê pêk anîn. Li hemberî vê çalakiya nîjadperestiyê, komên çep û demokrat jî daketin kolanan û nerazîbûn nîşan dan. Di dema çalakiyan de di navbera komên dijberên hev de pevçûna bi şûşe û fîşekên hewayî rû da.
Li paytexta Awûstralya Camberra, bi beşdariya 400 dijberên Îslamê çalakiyeke nîjadperest hat lidarxistin.
Li herêma Calaîs a Fransayê, ku bi hezaran penabern li qada daristanî ji bo biçin Îngilîstanê disekinin, 100 kesên nîjadperest çalakiyek pêk anîn. Di dema çalakiyê de hin ji çalakgeran ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.
Nîjadperestan li paytexta Polonya Varşova jî bi îdîaya 'Îslambûyîna Ewropayê' bi beşdariya bi sedan rastgirên tund çalakî lidar xistin.