Merkel dîsa li cem Erdogan ê 'qet wî hezm nake' ye

Di navbera hikûmeta Elman, AKP û Recep Tayyîp Erdogan de hevkariya qirêj a li ser astengkirina penaberan û bêdengiya li pêşberî qetilkirina Kurdan, didome.

Di navbera hikûmeta Elman, AKP û Recep Tayyîp Erdogan de hevkariya qirêj a li ser astengkirina penaberan û bêdengiya li pêşberî qetilkirina Kurdan, didome. Ziyareta Serokwezîr Angela Merkel a îro li Enqereyê bike di çapameniya Elman de hat rexnekirin. Şîroveyên 'Tevî ku Merkel qet Erdogan hezm nake, pêwîstiya xwe pê heye' tên kirin.

Tê zanîn ku Angela Merkel wê di serdana li Tirkiyeyê de mijara 'astengnekirina koça penaberan' ku Enqereyê beriya niha soza wê dabû, bîne rojevê. Di berdêla alîkariya ji 3 mîlyar euroyî de, tevî ku Tirkiyeyê soz da ew ê pêşî li qaçaxçitiya mirovan bigire, bi tenê di meha Çileyê de 70 hezar penaber derbasî Yewnanîstanê bûn.

Ji aliyê her kesî ve tê zanîn, ku polîsên Tirk dest li şebekeyên qaçaxçitiya mirovan wernadin û çavên xwe lê digirin. Tê payîn ku Merkel bixwaze polîsên Tirk hîn bêhtir li hemberî şebekeyan têbikoşin.

Di serdana Merkel de tê payîn ku pereyê Yekîtiya Ewropa bide hikûmeta AKP'ê û Erdogan were zêdekirin. Tê gotin, Enqere tevî 3 mîlyar euroyên berê hat diyarkirin, wê alîkariyek ji 5 mîlyar euro bixwaze.

SPÎEGEL: JÊ HEZ NAKE LÊ PÊWÎSTIYA XWE PÊ HEYE

Tevî dijberiya xwe ya endametiya Tirkiyeyê li nava Yekîtiya Ewropa jî Merkel, bi Erdogan û AKP a xwedî rêbazeke rêveberiyê ya dîktatorî ye, xwedî têkilî û hevkariyeke xurt e. Ev hevkarî rê li ber nîqaşan vedike.

Di şîroveya Spîegel Online ya bi îmzeya Phîlîpp Wîttrock de ziyareta Merkel bi serenavê "Jê hez nake, lê pêwîstiya xwe pê heye" hat weşandin. Wîttrock da zanîn, ku ji ber pirsgirêka penaberan, pêwîstiya Merkel bi Erdogan ê ti carî wî hezm nake, heye.

Di nûçeyê de hat ragihandin ku Merkel ji meha Cotmehê û vir ve 3 caran bi Erdogan re rûniştiye û hat gotin, Merkel b wezîrên xwe re jî ewqasî rûnanê.

Hevkariya Merkel û hikûmeta AKP'ê di televîzyonên Elman de jî gelekî tê rexnekirin. Di bernameya Monîtor a li televîzyona ARD de berî çend rojan Wezîrê Karên Hundir Thomas de Maîzîere li xwe mikur hatibû ku bêdengiya li pêşberî komkujiyên li Kurdistanê berdêla ji bo pêşîgirtina li penaberan e.