Erebîstana Siûdî ragihand, ku di çarçoveya mîsyona navneteweyî ya li Sûriyeyê de ew amade ne yekîneyên xwe yên bejahî yên bijarte bişînin. Hikûmeta Kanada jî wê êrîşên xwe yên hewayî yên li Sûriye û Iraqê bisekinîne.
Wezîrê Karên Derve yê Erebîstana Siûdî Adil el Cûbeyîr di serdana xwe ya li DYA de anî ziman, ku welatê wî amade ye di çarçoveya têkoşîna li dijî DAIŞ'ê de 'yekîneyên xwe yên bijarte' bişîne Sûriyeyê. Wezîr da xuyakirin, ku ev yekîne wê di çarçoveya koalîsyona navneteweyî de karibe werin şandin, lê li ser hejmara leşkerên bişîne agahî neda.
Berdevê Wezareta Karên Derve ya DYA jî anî ziman ku ew ji ber vê pêşniyara Siûdiyan 'kêfxweş' in.
Li aliyê din Serokwezîrê Kanadayê Jûstîn Trûdeaû diyar kir, di nava du hefteyan de ew ê êrîşên xwe yên hewayî yên li Iraq û Sûriyeyê li hemberî DAIŞ'ê dikin, biqedînin. Tûrdeaû da zanîn, ku cihê wan ê di nava koalîsyona li dijî DAIŞ'ê de wê bidome û anî ziman, ku tevî keşfa ji hewayê ew ê ji bo dayîna sotemeniyê ji hewayê ji balafirên şer ên welatên din re, bibin alîkar.
Trûdeaû her wiha ragihand, ku yekîneyên Kanadayê wê perwerdeya leşkerî ya dide hêzên ewlekariyê yên Iraqê jî bidomînin.