Welatên YE ji 160 hezar penaberan bi tenê 497 wergirtin

Komîserê Komîsyona YE yê ji koçberiyê berpirsyar Dîmîtrîs Avramopûlos diyar kir, biryara par hat dayîn a li ser 160 hezar penaberên ji Îtalya û Yewnanîstanê bê wergirtin û li nava welatên yekîtiyê werin belavkirin, hînê bi cih nehatiye anîn.

Komîserê Komîsyona YE yê ji koçberiyê berpirsyar Dîmîtrîs Avramopûlos diyar kir, biryara par hat dayîn a li ser 160 hezar penaberên ji Îtalya û Yewnanîstanê bê wergirtin û li nava welatên yekîtiyê werin belavkirin, hînê bi cih nehatiye anîn. Avramopûlos da xuyakrin, ku di çarçoveya biryarê de heta niha bi tenê 497 penaber ji aliyê welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) hatine wergirtin û destnîşan kir, ku divê welatên endamên yekÎtiyê, sîstema xwe ya penaberiyê sererast bikin.

Avramopûlos bibîr xist, ku navendên qebûlkirina penaberan li Yewnanîstan û Îtalyayê ku weke deriyê Yekîtiya Ewropayê tên dîtin, hînê di asteke têrker de nînin û da zanîn, ku di pêkanîna girtina şopa tiliyan de jî sererastkirinek çêbûye. Li gorî vê yekê ji penaberên di meha Îlonê de xwe gihandin Yewnanîstanê bi tenê ji sedî 8 ê wan şopa tiliyê hat girtin. Dİ roja îro de ev rêje ji sedî 78 e.

Li Îtalyayê jî ji sedî 87 ê penaberan şopa tiliya wan tê girtin.

BANGA TÊKOŞÎNA LI DIJÎ BAZIRGANÊN MIROVAN LI TIRKIYEYÊ HAT KIRIN

Komîserê Yekîtiya Ewropayê her wiha Tirkiye rexne kir ku li hemberî bazirganên mirovan hînê tedbîrê nagire. Avramopûlos got, "Eger Tirkiye dest bi tiştên me li ser li hev kirine neke, zehmet e em (li hemberî koçberiya penaberan) li ber xwe bidin.

Avramopûlos ji Elmanya, Îtalya, Fransa, Yewnanîstan, Slovenya, Letonya û Estonyayê xwest, sîstema xwe ya penaberiyê li gorî normên Yekîtiya Ewropayê sererast bikin.