CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Bexdayê xwepêşandanên li dijî 'nelirêtiyê' destpê kirin
Li ser banga lîderê Şîa yê Iraqê Muqteda El Sadr, bi hezaran kes beriya nimêja Înê li dijî nelirêtiyê daketin meydanan. -
PE xwest ambargoya çekan li hemberî Erebîstana Siûdî bikeve meriyetê
Parlamenta Ewropayê (PE), ji bo ambargoya çekan deyne ser Erebîstana Siûdî bang li Yekîtiya Ewropayê (YE) kir. -
Li Îranê 2 hilbijartin bi hev re tên kirin
Li Îranê îro hilbijartina Meclîsa Pisporan a 5. (Hubregan) û hilbijartina parlamenterên Meclîsa dema 10. tên kirin. -
DAIŞ'ê êrîşî mizgefta Şîa kir: Herî kêm 15 kes mirin
Li paytexta Iraq Bexdayê, ji ber êrîşên xwekujî yên çeteyên DAIŞ'ê li hemberî mizgefteke Şîa, herî kêm 15 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Li Fransayê bêkarî kêm bû, hikûmet bi xwe ecêbmayî bû
Li Fransayê, ku ji ber rewşa sekinî ya aboriyê bêkarî gihaşt asta rekorê, di mehên dawî de yekemcar rêjeya bêkariyê kêm bû. -
Sîstema parvekirina penaberan a Elmanya bi şaşîtiyan tijî ye
Li Elmanyayê nîqaşên li ser bicihkirin û entegrasyona zêdeyî 1 mîlyon penaberan dewam dikin. Bal tê kişandin ser şaşîtiyên di sîstema parvekirina penaberan. -
Belçîkayê Schengen ji bo demekê sekinand
Belçîkayê pêkanîna Schengenê ji bo demekê sekinand û li ser sînor dest bi kontrolê kir. -
Kerry: Plana B a li Sûriyeyê dibe ku parçebûn be
Wezîrê Karên Derve yê DYA John Kerry da xuyakirin, ku eger agirbesta demî ya di dawiya hefteyê de li Sûriyeyê destpê bike bi ser nekeve, hingî parçebûna welêt dikare weke plana B bikeve dewrê. -
Konferansa Balkanan a Awûstûryayê ya li dijî penaberan rastî nerazîbûnan hat
Hînê bi deh hezaran penaber di ser Yewnanîstan û Balkanan re hewl didin derbasî welatên rojava û bakurê Ewropayê bibin. Polîtîkayên Awûstûryayê yên li dijî penaberan jî rastî nerazîbûnan tê. -
Li DYA pêşbirka serokatiyê: Li Nevada'yê Trûmp bi ser ket
Li eyaleta Nevada ya DYA, di pêş hilbijartina namzetên ji bo serokatiyê yên Partiya Komarger de Donamld Trûmp bi ser ket. -
Sendîkayên Fransayê li dijî Qanûna Xebatê dibin yek
Li Fransayê, li dijî qanûna nû ya xebatê ku hikûmeta Partiya Sosyalîst bi bahaneya 'wê bêhtir derfetên afirandina cihê kar bide karsazan' dixwaze bixe meriyetê, sendîkayên li vî welatî wê sekneke hevpar nîşan bidin. -
Tê gotin 'Fransa dema bikaranîna santralên nukleerî dirêj dike'
Li Fransayê, ku yek ji welatên herî zêde enerjiya nukleerî hildiberîne, tevî xeteriyên tên zanîn jî nîqaş tê kirin ku dema bikaranîna santralan were dirêjikirin. -
DGB wê li Stûttgartê destekê bide namzetên Die Linke
Pêkhateyên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk dan xuyakirin, ku di hilbijartinên eyaleta Baden Wurttembergê yên 13'ê Adarê de ew destekê didin Die Linke. -
Li Elmanyayê hejmara xizanan 12,5 mîlyon e
Li Elmanyayê, tevî mezinbûna aboriyê, rêjeya xizaniyê di asta xwe de ma. Di navbera rêjeyên sala 2014'an û sala 2015'an de bi tenê di asta ji sedî 0,1 pûanî de guhertin çêbû. Xizaniya li vir ji sedî 15,4 e. -
Hilbijartinên giştî yên li Sûriyeyê wê di 13'ê Nîsanê de bên kirin
Li Sûriyeyê, ku Rûsya û DYA li ser agirbesta li vî welatî li hev kirine, hat ragihandin ku wê hilbijartinên parlamentê di 13'ê Nîsanê de bên kirin. -
Di ser Tirkiyeyê re di nava 50 rojan de 95 hezar penaber hatin Yewnanîstanê
Li gorî daneyên ji aliyê Yekîneya Ewlekariya Sînor a Yekîtiya Ewropayê (Frontex) ve hatin weşandin, di meha Çileyê de hejmara penaberên xwe gihandine Yewnanîstan û Îtalyayê 74 hezar e. -
Partiyên çep ên li Spanyayê ji bo koalîsyonê hevdîtinan dikin
Li Spanyayê, ji hilbijartinên giştî yên meha Kanûnê û vir ve hewldanên ji bo avakirina koalîsyonê hînê neçûne serî. Partiya Sosyalîst (PSOE) yekemcar bi yek ji hêzên girîng ên çep Podemos re rûnişt. -
Esad: Ji ber ku rêya Helebê hat birîn Tirkiye bombeyan li Kurdan dibarîne
Serokdewletê Sûriyeyê Esad ji rojnameya El Paîs a Spanyayê re axivî û li ser şerê dewam dike, hin daxuyanî da. -
Europol: Ewropa bi gefa herî mezin a deh salên dawî re rû bi rû ye
Li gorî Ofîsa Polîsên Ewropayê (Europol) welatên Ewropa bi mezintirîn 'gefa êrîşa terorîstî' ya deh salên dawî re rû bi rû ne. Li gorî Dîrektorê Europol, hejmara cîhadiyên tund ên li Ewropayê 3 heta 5 hezar e. -
Ji bo dosyayên penaberiyê yên li Elmanya bang li xebatkarên Postayê hat kirin
Daîreya Koç û Penaberiyê ya Federal (BAMF), ji bo serlêdanên penaberiyê yên hatine kirin bi encam bike, hat îdîakirin ku dixwaze alîkariyê ji Îdareya Postayê werbigire. -
Hejmara mirovên di şerê li Hîndîstanê de mirin zêde dibe
Li Hîndîstanê di şerê du rojên dawî yên di dema şermezarkirina sîstema kastê rû da de, herî kêm 12 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi sedan kes jî birîndar bûn. -
De Maîzîere êrîşa polîsan a li hemberî penaberan parast
Wezîrê Karên Hundir ê Elmanyayê De Maîzîere, pêkanîna xerab a polîsên Elman li hemberî penaberên li bajarokê Claûsnîtz ê li rojhilatê Elmanyayê parast. -
Rûsya: Provokasyonên Tirkiyeyê yên li Sûriyeyê nayên qebûlkirin
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Wezîrê Karên Derve yê DYA John Kerry duh bi rêya telefonê bi hev re axivîn. -
Ji bo girtiya jin a bi nexweşiya giran Baskî daxwaza azadiyê hat kirin
Girtiya ji doza ETA ya ku li Fransayê ev 13 sal in girtî ye û ji ber nexweşiya xwe bi biryara dadger re hat xwestin bê berdan, hînê li girtîgehê tê ragirtin. -
Merkel û partiya xwe çiqasî winda dike, AfD jî ewqasî zêde dike
Li Elmanyayê, Serokwezîr Angela merkel û partiya wê CDU ji ber krîza penaberiyê di rojên zehmet de ne.