Konferansa Balkanan a Awûstûryayê ya li dijî penaberan rastî nerazîbûnan hat

Hînê bi deh hezaran penaber di ser Yewnanîstan û Balkanan re hewl didin derbasî welatên rojava û bakurê Ewropayê bibin. Polîtîkayên Awûstûryayê yên li dijî penaberan jî rastî nerazîbûnan tê.

Hînê bi deh hezaran penaber di ser Yewnanîstan û Balkanan re hewl didin derbasî welatên rojava û bakurê Ewropayê bibin. Polîtîkayên Awûstûryayê yên li dijî penaberan jî rastî nerazîbûnan tê. Awûstûrya wê îro bi welatên Balkanan û Ewropa Navîn re li Viyanayê konferansekê lidar bixe. Yewnanîstan û Yekîtiya Ewropayê rexneyên tund li Awûstûryayê kirin.

Hikûmeta Awûstûryayê ku meha derbasbûyî bi biryarekê ragihand ew ê mehê bi tenê 3 hezar 200 penaberan qebûl bike, îro li Viyanayê di bin navê 'Konferansa Balkanan' de malovaniyê ji Wezîrên Karên Hundir ên 9 welatan re dike. Ji bo konferansê Yewnanîstan nehat vexwendin. Tevî welatên Arnavûtlûk, Bosna-Hersek, Makedonya, Kosova û Sirbîstan ên ne endamên Yekîtiya Ewropayê (YE) ne, Slovenya û Bûlgarîstan jî hatin vexwendin.

Nevexwendina Yewnanîstanê, ku welatê sereke ye penaberên di ser Tirkiyeyê re yekser derbasî vir dibe, rastî nerazîbûnan hat. Wezareta Karên Derve ya Yewnanîstanê bi daxuyaniyekê ragihand ku konferans 'yek alî' û 'ne dostane' ye.

Komîsyona Yekîtiya Ewropayê, ji ber ku Yewnanîstan a herî zêde di bin bandora pirsgirêka penaberan de ye û komîsyon nehatin vexwendin, rexne li Awûstûryayê kir.

Awûstûrya dixwaze bi hevkariya welatên Balkanan re derketina penaberan ji Yewnanîstanê asteng bike. Hikûmeta Awûstûryayê çend hefte beriya niha 200 polîsên xwe şandibû Makedonyayê û destek dabû hewldanên ji bo astengkirina derbasbûna penaberan ji sînorê Yewnanîstanê.

Ji 1'ê Çileyê û vir ve hejmara penaberên hatine Yewnanîstanê gihaştiye 100 hezarî.