Li gorî Ofîsa Polîsên Ewropayê (Europol) welatên Ewropa bi mezintirîn 'gefa êrîşa terorîstî' ya deh salên dawî re rû bi rû ne. Li gorî Dîrektorê Europol, hejmara cîhadiyên tund ên li Ewropayê 3 heta 5 hezar e.
Dîrektorê Europol Rob Waînwrîght ji rojnameya Elman Neue Osnabrucker Zeitung re axivî û diyar kir, ku li welatên Ewropayê xeteriyeke mezin a 'êrîşa cîhadîst' heye.
Waînwrîght îdîa kir, ku DAIŞ an jî rêxistineke din a çete dikarin li cihekî li Ewropayê êrîşê bikin û ragihand, beşeke girîng a ji çeteyên ji Sûriye û Iraqê reviyan li Ewropayê ne. Waînwrîght da xuyakirin, ku li gorî texmîna wan, tevî çeteyên din bi qasî 3 heta 5 hezar cîhadiyên tund li welatên Ewropayê ne. Waînwrîght got, "Ewropa bi mezintirîn gefa terorîstî ya deh salên dawî re rû bi rû ye."
Dîrektorê Europolê diyar kir, ku pêkane endamên rêxistinên tund ên olî di nava penaberên ji Rojhilata Navîn hatine cih girtine.