Sîstema parvekirina penaberan a Elmanya bi şaşîtiyan tijî ye
Li Elmanyayê nîqaşên li ser bicihkirin û entegrasyona zêdeyî 1 mîlyon penaberan dewam dikin. Bal tê kişandin ser şaşîtiyên di sîstema parvekirina penaberan.
Li Elmanyayê nîqaşên li ser bicihkirin û entegrasyona zêdeyî 1 mîlyon penaberan dewam dikin. Bal tê kişandin ser şaşîtiyên di sîstema parvekirina penaberan.
Li Elmanyayê nîqaşên li ser bicihkirin û entegrasyona zêdeyî 1 mîlyon penaberan dewam dikin. Bal tê kişandin ser şaşîtiyên di sîstema parvekirina penaberan. Di raporek li ser mijarê de tê ragihandin ku divê parvekirina penaberan li nava eyaletan û alîkariya malî ya ji Budçeya Federal ji bo eyaletan, ji binî ve bên guhertin.
Rapora pisporan ji aliyê Enstîtiya Aboriyê ya Elman (IW) ve ji Weqfa Robert-Bosch re hat amadekirin. Li gorî raporê, di parvekirina penaberan li nava eyaletan de şaşîtiyên mezin tên kirin. Di raporê de hat ragihandin, ku Formula Konîgsteîn a di parvekirina penaberan li nava eyaletan de esas tê girtin, ji bo ahengiya penaberan bi Elmanyayê re xwedî pîvanên têrker nîne.
FORMULA KONÎGSTEÎN XWE NASPÊRE KRÎTERÊN RAST
Di dewama raporê de hat destnîşankirin ku formula bi navê Konîgsteîner Schlussel, bi nifûs û wergirtina bacê ya eyaletan re, asta aramiya giştî ya eyaletan esas digire û hat gotin, di nava vê formulê de kapasîteya aboriyê ya bajar û komunan nîne. Hat ragihandin, ku formula heyî ya parvekirinê, şêweyê bicihkirina penaberan û ahengiya wan bi civakê re diyar nake.
Rêveberê IW Hans-Peter Klos rapor eşkere kir û bal kişand ser girîngiya dîtina kar a penaberan û dewamkirina perwerdeya wan. Navborî da xuyakirin, ji bo entegrasyonê ev krîter pêwîst in.
Rêvebera Weqfa Robert-Bosch Ûta-Mîcaela Durîg jî da zanîn, ji bo ahengiyê gelekî girîng e ku penaber di nava civaka Elman de karibin li ser lingê xwe bisekinin.
'LI ŞÛNA JI EYALETAN RE BÊ DAYÎN DIVÊ PERE YEKSER JI KOMUNAN RE WERE DAYÎN'
Di rapora IW de her wiha bal hat kişandin ser bikaranîna fonên ji Budçeya Federal ji bo penaberan ji eyaletan re hatine veqetandin. Di raporê de hat ragihandin, ku divê şêweyê belavkirina fonan jî bê guhertin û rexne hat kirin, ku krîterên 'kîjan eyaleta ji bo penaberan çi qasî xerc dike' li ber çavan nayê girtin.
Di raporê de pêşniyar tê kirin, ji bo xizmeta civakî ji penaberan re bê pêşkêşkirin, pereyên li wan werin xerckirin, ji Budçeya Federal yekser ji şaredariyên bajar û komunan re werin ragihandin.