De Maîzîere êrîşa polîsan a li hemberî penaberan parast
Wezîrê Karên Hundir ê Elmanyayê De Maîzîere, pêkanîna xerab a polîsên Elman li hemberî penaberên li bajarokê Claûsnîtz ê li rojhilatê Elmanyayê parast.
Wezîrê Karên Hundir ê Elmanyayê De Maîzîere, pêkanîna xerab a polîsên Elman li hemberî penaberên li bajarokê Claûsnîtz ê li rojhilatê Elmanyayê parast.
Wezîrê Karên Hundir ê Elmanyayê De Maîzîere, pêkanîna xerab a polîsên Elman li hemberî penaberên li bajarokê Claûsnîtz ê li rojhilatê Elmanyayê parast. De Maîzîere îdîa kir ku mûameleya polîsan a li hemberî penaberan ne şaş e.
Li bajarokê Claûsnîtz ê eyaleta Sachsenê, polîsên ku dest li nîjadperestên li dijî penaberên bi otobusê dihatin wargehê wernedan, bi zorê penaberên di otobusê de tirsiya bûn, xistibûn hundirê wargeha penaberan. Piştî ku dîmenên li ser bûyerê li înternetê hatin weşandin, nîqaşan destpê kirin. Tevî van nîqaşan jî wezîrên eyaletê û federal, polîsan diparêzin.
Wezîrê Karên Hundir ê Federal Thomas de Maîzîere duh beşdarî bernameya Bericht aus Berlin a qenala ARD bû û îdîa kir ku daxistina penaberan di nava dirûşmên nîjadperestî de ji otobusa bi nivîsa 'Kêfa Geştê' rast e. De Maîzîere da xuyakirin ku penaber wê li wargehê 'bêhtir ewle' bin, lê qet qala pêkanîna xerab a polîsan nekir.
Wezîrê Karên Hundir, îdîa kir ku bûyer ji bo polîsan 'nedihat texmînkirin' û 'ji nişka ve' rû daye û da zanîn, ku polîsan xwestine penaberan 'biparêzin'.
Piştî vê bûyera şeva Pêncşemê ya li Claûsnîtzê, pêr bi şev jî wargeheke penaberan a li bajarokê Baûtzenê hatibû şewitandin. Arkujiyên hatin cihê şewatê, ji aliyê kesên ku dirûşmên nîjadperestî diqîriyan ve hatibûn astengkirin.