Belçîkayê Schengen ji bo demekê sekinand
Belçîkayê pêkanîna Schengenê ji bo demekê sekinand û li ser sînor dest bi kontrolê kir.
Belçîkayê pêkanîna Schengenê ji bo demekê sekinand û li ser sînor dest bi kontrolê kir.
Belçîkayê da xuyakirin, ku tê payîn pêleke mezin a koçberiyê ji Fransayê ber bi Belçîkayê ve rû bide, lewma wan li ser sînor dest bi kontrolê kirine.
Wezîrê Karên Hundir ê Belçîkayê Jan Jambon roja Sêşemê daxuyaniyek da û got, "Me ji Konseya Ewropayê re ragihand, ku me pêkanîna Schengenê sekinandine." Jambon diyar kir, ji ber rakirina konên penaberan ên li herêma Calaîs a Fransayê wan li ser sînor dest bi kontrolê kirine û da xuyakirin ku ew li bendê ne koçberên li Calaîsê berê xwe bidin Belçîkayê.
Wezîrê Karên Hundir ê Belçîkayê da zanîn, ku wê 250 heta 290 wezîfedarên ewlekariyê yên ji herêmên cuda, li ser sînor bên wezîfedarkirin.
Ev biryara Belçîkayê heman piştî biryara Fransayê ya li ser rakirina konên penaberan ên li bajarê Calaîsê hat dayîn.
Fransa hewl dide 4 hezar penaberên li konên derdora kampa penaberan a Calaîsê dijîn û hewl didin ji tunela Manşê derbasî Îngilîstanê bibin, asteng bike.
Rayedarên Belçîkî bi fikar in ku penaber hewl bidin di ser Belçîkayê re derbasî Îngilîstanê bibin.
Di encama xebateke 2 hefteyan de konên li qiraxa otobanê ya li derveyî kampê hatin rakirin.