Merkel û partiya xwe çiqasî winda dike, AfD jî ewqasî zêde dike

Li Elmanyayê, Serokwezîr Angela merkel û partiya wê CDU ji ber krîza penaberiyê di rojên zehmet de ne.

Di hilbijartinên roja 13'ê Adarê li sê eyaletan werin kirin de, tê payîn dengê Demokratên Xiristan di asteke girîng de kêm bibe. Xuya ye ev kêm bûn wê bi kêrî AfD a dijberê Euro were kir, ku ev partî bêhtir bi gotinên nîjadperestî derdikeve pêş.

Li Elmanyayê, ku par zêdeyî 1 mîlyon penaberan xwe lê girtin û 475 hezaran serlêdana penaberiyê kirine, popularîteya Serokwezîr Angela Merkel a ji Partiya Yekîtiya Demokratên Xieristina (CDU) kêm dibe. Merkel û partiya wê bi 'negirtina tedbîrên tund' li hemberî penaberan tên sûcdarkirin. Partiya Alternatîf ji bo Elmanyayê (AfD) a ku bi gotinên nîjadperestî tevdigere, xuya ye ji vê rewşê sûdê werdigire.

CDU û partiya xwişk a li Bavyerayê CSU di hilbijartinên federal ên 2013'an de ji sedî 42 ê dengan stendibûn. Li gorî anketên dawî ev rêje daketiye asta ji sedî 32'an. Asta herî bilind a rêjeya dengan ji bo CDU-CSU ji sedî 37 xuya dike.

Merkel a ku ji bo çareseriya pirsgirêka penaberan bi hikûmeta AKP'ê û Erdogan ên li Kurdistanê komkujiyan dike re tevdigere, di dema dawî de ji ber vê hevkariya xwe rastî rexneyên giran tê. Di serî de televîzyonên dewletê ARD û ZDF di nûçeyên gelek organên medyayê yên Elman de ev hevkarî bi giranî tê rexnekirin.

Ev rewşa Merkel wê di 13'ê Adarê de di hilbijartinên li 3 eyaletên girîng de bêhtir derkeve holê. Ji nava van a herî girîng, hilbijartinên li eyaleta Baden-Wurttembergê ye, ku ev eyalet li gelemperiya Elmanyayê sêyemîn eyaleta herî mezin e.

Li Baden-Wurttembergê, CDU tevî ku di hilbijartinên 2011'an de bû partiya yekemîn jî nebû desthilatdar û nikarîbû pêşî li koalîsyona Keskan û Partiya Sosyal Demokrat (SPD) bigire. Li gorî anketan rêjeya dengê CDU li vê eyaletê daketiye heta rêjeya ji sedî 31'ê. Li vê eyaletê rêjeya dengê AfD a xwedî nêzîkatiya nîjadperest, gihaştiye ji sedî 12'an.

Di anketan de tê texmînkirin ku Kesk wê ji sedî 28, SPD ji sedî 14, FDP ji sedî 5 heta 8'an ê dengan werbigirin. Di rewşeke bi vî rengî de koalîsyonên CDU-FDP û SPD-Kesk nikarin bi tena serê xwe bibin desthilatdar.

Li eyaleta Rheînland-Pflazê jî CDU ji sala 1987'an û vir ve cara yekê ye dibe xwedî şens ku bibe partiay yekemîn. Lê belê li vê eyaletê, li gorî anketan heta mehên havîna par CDU di asta ji sedî 40 ê dengan de bû, niha ji sedî 35 heta 37 xuya dike.

Ji eyaletên rojhilat ku gav bi gav ber di nîjadperestiyê ve diçe Sachsen-Anhaltê jî rewşeke bi heman rengî heye. Li vê eyaletê CDU di sala 2011'an de ji sedî 32,5 ê dengan stendibû. Ev rêje niha ji sedî 32-33 xuya dike. Li vê derê bi awayekî balkêş partiya nîjadperest NPD kêm dike. Rêjeya dengê AfD a di sala 2013'an de ava bû di asta ji sedî 17'an de xuya dike.