Partiyên çep ên li Spanyayê ji bo koalîsyonê hevdîtinan dikin

Li Spanyayê, ji hilbijartinên giştî yên meha Kanûnê û vir ve hewldanên ji bo avakirina koalîsyonê hînê neçûne serî. Partiya Sosyalîst (PSOE) yekemcar bi yek ji hêzên girîng ên çep Podemos re rûnişt.

Li Spanyayê, ji hilbijartinên giştî yên meha Kanûnê û vir ve hewldanên ji bo avakirina koalîsyonê hînê neçûne serî. Partiya Sosyalîst (PSOE) yekemcar bi yek ji hêzên girîng ên çep Podemos re rûnişt.

Ji hilbijartinên 20'ê Kanûnê yên dawî li desthilatdariya bi tena serê xwe ya Partiya Gel a Mûxafazakar (PP) anî û vir ve, ji hevdîtinên li ser avakirina koalîsyonê hînê encam bi dest neketiye. Partiyên girîng ên çepa Spanyayê cara yekemîn ji bo kaolîsyonê dest bi hevdîtinan kirin.

Duh PSOE û Podemos ku bû partiya duyemîn a serketî, tevî nûnerên partiyên din ên çep rûniştin. Di konferansa çapemeniyê ya piştî hevdîtinan de rêveberê Podemos Înîgo Errejon axivî û anî ziman, ku hevdîtin wê îro jî bidomin.

Ji bo diyarkirina 350 endamên Meclîsa Spanyayê di 20'ê Kanûnê de hilbijartin hatibû kirin û di encamê de PP 123, PSOE 70 û Podemos jî 69 kursî bi dest xistibûn. PSOE li şûna ku bi Podemos a roleke diyarker dilîze ji bo destnîşankirina desthilatdariyê hevdîtinan bike, bi partiya lîberal Cîûdadanos a bû çaremîn û mûxafazakaran re dest bi hevdîtinan kiribû.

Di navbera PSOE a li navendê û Podemos de ji gelek aliyan ve nêrînên cuda hene. Podemos, tevî terikandina polîtîkayên şidandina kemberê, her wiha dixwaze li Katalanyayê referandûma serxwebûnê bê kirin. PSOE jî li dijî referandûmê derdikeve.