Li Îranê 2 hilbijartin bi hev re tên kirin

Li Îranê îro hilbijartina Meclîsa Pisporan a 5. (Hubregan) û hilbijartina parlamenterên Meclîsa dema 10. tên kirin.

Namzetên parlamenteriya serdema dehemîn, wê ji bo 290 kursiyan li ber xwe bidin.

Meclîsa Îranê ya ji 290 kursiyan, li gorî erka saziyên nayên hilbijartin ên weke Konseya Parêzvanen Destûra BingehÎn û meqama lîderê olî, qels e.

Li Îranê 54 mîlyon 915 hilbijêrên qeydkirî hene û ji bo bikaranîna dengan li 53 hezar cihan 120 sindoq hatin amadekirin.

KURD HILBLIJARTINÊ BOYKOT DIKIN

Gelek mûxalîfan xwestin weke namzet tevlî hilbijartinê bibin, lê namzetiya wan hat redkirin. Kurd jî hilbijartinê boykot dikin.