Li Fransayê bêkarî kêm bû, hikûmet bi xwe ecêbmayî bû

Li Fransayê, ku ji ber rewşa sekinî ya aboriyê bêkarî gihaşt asta rekorê, di mehên dawî de yekemcar rêjeya bêkariyê kêm bû.

Li Fransayê, ku ji ber rewşa sekinî ya aboriyê bêkarî gihaşt asta rekorê, di mehên dawî de yekemcar rêjeya bêkariyê kêm bû.

Li gorî hejmarên ji aliyê Saziya Dîtina Kar (Pole-Emploî) ve hatin eşkerekirin, li gorî meha Çileyê li Fransayê hejmara bêkarên li Fransayê bi 28 hezaran kêm bû û daket 3 mîlyon 562 kesan. Li gorî mehek berê bi rêjeya ji sedî 0,8 kêm bû, lê ligorî Çileya 2015'an ji sedî 1,8 zêde bû.

Tevî kategoriyên mirovên bi nîv wextê û li karên demî yên bi desteka dewletê dixebitin re, hejmara bêkaran bi qasî 18 hezarî kêm bû û daket 5 mîlyon 457 hezarî.

Hejmara mirovên demeke dirêj e bêkar in, balê dikişîne. Hînê zêdeyî 800 hezar mirov herî kêm ev 3 sal in bêkar in.

Li Fransayê rêjeya bêkariyê ji sala 2008'an û vir ve her zêde dibe.

Piştî ku rêjeya bêkariyê hat eşkerekirin, Wezîra Xebatê Myrîam El Khomrî daxuyaniyek da û got, 'Divê hejmar bi baldarî were xwendin'. Wezîr El Khomrî da xuyakirin, ku mîna sala 2013'an dibe ku ev hjmara bêkaran ji ber xeteyeke teknîkî bi vî rengî be û ew ê di rojên pêş de mijarê zelal bikin.

Lê belê hin çavdêr dibêjin, polîtîkayên hikûmeta Partiya Sosyalîst (PS) karsazan hîn bêhtir teşwîqî afirandina qadên kar dikin.