Sendîkayên Fransayê li dijî Qanûna Xebatê dibin yek

Li Fransayê, li dijî qanûna nû ya xebatê ku hikûmeta Partiya Sosyalîst bi bahaneya 'wê bêhtir derfetên afirandina cihê kar bide karsazan' dixwaze bixe meriyetê, sendîkayên li vî welatî wê sekneke hevpar nîşan bidin.

Li Fransayê, li dijî qanûna nû ya xebatê ku hikûmeta Partiya Sosyalîst bi bahaneya 'wê bêhtir derfetên afirandina cihê kar bide karsazan' dixwaze bixe meriyetê, sendîkayên li vî welatî wê sekneke hevpar nîşan bidin. 9 sendîkayên sereke li ser vekişandina xala bisînorkirina tazmînata di dozên kar de li hev kirin.

Di qanûna nû ya ji aliyê Wezîra Xebatê Myrîam El Khomrî ve hat amadekirin de, gelek xalên wê rastî nerazîbûna sendîkayên xebatê tên.

Sendîkayên CGT, FO, FSU, CFDT, CFE-CGC, Solidaires-Sud, Unsa, Unef û Fidl ku bi mîlyonan xebatkarên cemawerî û sektora taybet temsîl dikin, duh li hev civiyan û dan xuyakirin, ku ew li dijî qanûnê ne. Sendîka beriya her tiştî dixwazin xala li ser bisînorkirina tazmînata karkeran a di dozên kar de, bê rakirin.

Sendîkayên ji sala 2013'an û vir ve cara yekê ye civîna şêwirînê di navbera xwe de lidar xistin, wê di 3'ê Adarê de ji nû ve li hev bicivin û helwesta xwe ya zelal li hemberî qanûnê diyar bikin. 

Di pêşnûme qanûna de ev pêşniyar rê li ber nerazîbûna karker û sendîkayan vedikin:

-Di peymanên part time de dema herî kêm a xebatê ji bo hefteyê 24 saet e. Ev dem tê kêmkirin. Ji bo saetên zêde yên kar, bi 5 qatan bi kêmanî heq dest tên dayîn.

-Bêyî pirsgirêka malî, şîrket dikare karkeran ji kar derxînin.

-Dema xebatê ya rojane ku herî zêde 10 saet e, wê karibe bibe 12 saet.

-Karkerên li dijî guhertina peymana kar derkevin, wê karibin ji kar bên derxistin.