Ji bo girtiya jin a bi nexweşiya giran Baskî daxwaza azadiyê hat kirin
Girtiya ji doza ETA ya ku li Fransayê ev 13 sal in girtî ye û ji ber nexweşiya xwe bi biryara dadger re hat xwestin bê berdan, hînê li girtîgehê tê ragirtin.
Girtiya ji doza ETA ya ku li Fransayê ev 13 sal in girtî ye û ji ber nexweşiya xwe bi biryara dadger re hat xwestin bê berdan, hînê li girtîgehê tê ragirtin.
Ji bo girtiya jin a Baskî ya bi navê Lorentxa Gûîmon serbest bê bedan, bi sedan Baskî û Fransiyan çalakî lidar xistin.
Endama rêxistina Welat û Azadiya Baskê (ETA) Lorentxa Gûîmon, di sala 2003'an de hatibû girtin û 20 sal cezayê ragirtina li girtîgehê lê hatibû birîn. Ji ber nexweşiya Crohn a kronîk a li sîstema hezmkirinê ya bedena wê, dadgehê di Mijdara par de biryar da ku bi şert were berdan. Lê belê tevî vê biryarê jî Gûîmon hînê li girtîgehê tê ragirtin.
Bi sedan Bretonyayî, Baskî, Fransî û siyasetmedarên herêmî yên dixwazin Gûîmon serbest bê berdan, li paytexta herêma Bretonya Rennesê li hev civiyan. Di çalakiyê de bi qasî 500 çalakger amade bûn û bi zimanên Bretonî, Baskî û Fransî axaftin hatin kirin. Qisekeran xwestin pêkanîna neheq a li hemberî girtiya Baskê bê bidawîkirin.
Biryara dadgehê ya ji bo berdana Lorentxa Gûîmon a bi şert, rastî îtiraza dozgeriyê hatibû. Ji ber ku Gûîmon ji sûcdariya 'terorê' ceza girt, îtirazên bi vî rengî yên dozgeriyê bi awayekî rûtîn tên qebûlkirin. Tê payîn Dadgeha Îstinaf a Parîsê biryara xwe ya li ser mijarê di 25'ê Sibatê de bide.
ETA ya ji bo rizgariya welatê Baskê şer dike, di sala 2011'an de dabû xuyakirin, ku ew dawî li têkoşîna çekdarî tîne. Li aliyê Spanyayê yê welatê Baskê mafê xweseriyê jî heye. Lê belê li aliyê Fransayê, perwerdeya bi zimanê dayikê jî di nav de ti mafên bingehîn nehatiye naskirin.