Esad: Ji ber ku rêya Helebê hat birîn Tirkiye bombeyan li Kurdan dibarîne

Serokdewletê Sûriyeyê Esad ji rojnameya El Paîs a Spanyayê re axivî û li ser şerê dewam dike, hin daxuyanî da.

Esad di hevpeyvîna bi rojnameya El Paîs de li hemberî Tirkiyeyê daxuyaniyên tund da. Esad da xuyakirin, ku eger Tirkiye bikeve nava xaka Sûriyeyê wê weke terorîstan bê dîtin û got, "Tiştekî bi vî rengî tê wateya destavêtina li qanûnên navneteweyî. Weke welatiyên Sûriyeyê wê rêya şerkirin û parastina welatê xwe derkeve pêşiya me."

Esad anî ziman ku ew bi erênî nêzî peymana agirbestê ya hefteya derbasbûyî Rûsya û DYA işaret pê kirin, dibe. Esad destnîşan kir, ku divê li welatên mîna Tirkiyeyê bê qedexekirin ku bi ti awayî desteka mirov, çek an jî lojîstîkê nedin çeteyan.

Esad ragihand, ku wan beşeke griîng a kontrola Helebê xistine destê xwe, lê ya herî girîng pêşîgirtina li alîkariyên ji Tirkiyeyê tên e. Esad diyar kir, wan heta niha gelek rêyên girîng girtine.

Esad got, "Zehmet e derbasbûna ji Tirkiyeyê ber bi Helebê ve bi temamî were qutkirin. Lê belê têkiliya yekser a terorîstan bi Tirkiyeyê re niha zehmet bûye. Lewma Tirkiye bombeyan li Kurdan dibarîne."