Li Elmanyayê hejmara xizanan 12,5 mîlyon e

Li Elmanyayê, tevî mezinbûna aboriyê, rêjeya xizaniyê di asta xwe de ma. Di navbera rêjeyên sala 2014'an û sala 2015'an de bi tenê di asta ji sedî 0,1 pûanî de guhertin çêbû. Xizaniya li vir ji sedî 15,4 e.

Aboriya herî mezin a Yekîtiya Ewropayê (YE) Elmanya, tevî mezinbûna aboriya xwe di xizaniyê de li heman astê ma. Di navbera rêjeyên sala 2014'an û sala 2015'an de bi tenê di asta ji sedî 0,1 pûanî de guhertin çêbû. Xizaniya li vir ji sedî 15,4 e.

Li gorî daneyên ji aliyê saziya bi navê 'Parîtaetîscher Wohlfahrtverband' a ku ji 10 hezar komeleyên li qada civakî dixebitin pêk tê hatin weşandin, rêjeya xizaniyê li Elmanyayê dîsa gelekî zêde ye. Li vî welatî, xizanî derket asta rekorê ya 25 salên dawî. Li 9 eyaletan rêjeya xizaniyê kêm bû, lê li eyaletên ku piraniya nifûsa welêt lê dijîn, zêde bû.

Li gorî encamên lêkolînê, li Elmanyaya ji 83 mîlyonî, ji sala 2014'an û pê ve rêjeya mirovên ji sedî 60 ê zêdeyî hatineya salane qezenç dikin ji sedî 15,4 yanî 12,5 mîlyon e. 3,5 mîlyon mirovên di binê sînorê xizaniyê de dijîn, teqawît in. Ji sedî 42 ê mirovên bi tena serê xwe zarokan xwedî dikin, ji sedî 58 ê bêkaran û ji sedî 19 ê zarokan di nava xizaniyê de dijîn.

Li gorî daneyên Parîtaetîscher Wohlfahrtsverband, xizanî bi taybetî li hin eyaletan zêde bû, li 9 eyaletan jî kêm bû. Li eyaletên Berlîn û Mecklenbûrg-Vorpommernê, rêjeya xizaniyê tevî ji sedî 20 e jî, li gorî par kêm bû. li Bavyera ji sedî 11,3 bû ji sedî 11,5, li Nordrheîn-Westfalen ji sedî 17,1 bû ji sedî 17,5.

Li herêma Rûhr a Nordrheîn-Westfalen ku pîşesazî lê xurt e, rêjeya xizaniyê ji sedî 20 e.

DI NAVA TEQAWÎTAN, BÊKARAN Û MIROVÊN BI TENA SERÊ XWE ZAROKAN XWEDÎ DIKIN XIZANÎ ZÊDE DIBE

Daneyên xizaniyê, li gorî ji sedî 60 ê hatineya şexsekî li Elmanyayê tê hesabkirin, ku ev rêje ji bo peydakirina pêdiviyên jiyanî pêwîst e. Di sala 2014'an de sînorê xizaniyê ji bo mirovekî bi tenê dijî 892 euro hat diyarkirin. Ji bo jin û mêrên 2 zarokên wan ên kêmî 14 salî hene jî ev sînor 1,872 euro hat tespîtkirin.

Li gorî raporê din ava bêkaran de rêjeya xizaniyê ji sedî 58, di nava mirovên bi tena serê xwe zarokan xwedî dikin de jî ji sedî 42 ye.

Ji 12,5 mîlyon xizanên li Elmanyayê 3,4 teqawît in.

DEMA ABORÎ MEZIN DIBE, CUDAHIYA NAVBERA HATINEYÊN MIROVAN JÎ ZÊDE DIBE

Ji ber ku xizaniya li Elmanyayê paralelî mezinbûna aboriyê zêde dibe, ev yek nîşan dide ku zêdebûna hatineyê ji bo bi tenê beşekê ye.

Li vî welatî rêjeya xizaniyê di sala 2006'an de ji sedî 14, di sala 2013'an de ji sedî 15,5 bû.

Li gorî hejmarên sala 2013'an ên Daîreya Statîstîkên Federal, dewlemendên vî welatî ku ji sedî 10 e, xwedî ji sedî 51,9 ê temamiya dewlemendiyan e. Nifûsa herî xizan a ji sedî 50 jî bi tenê xwedî ji sedî 1 ê dewlemendiya welêt e. Ev rêje di sala 1998'a de li hemberî rêjeya ji sedî 45,1, ji sedî 2,9 bû.