Li DYA pêşbirka serokatiyê: Li Nevada'yê Trûmp bi ser ket

Li eyaleta Nevada ya DYA, di pêş hilbijartina namzetên ji bo serokatiyê yên Partiya Komarger de Donamld Trûmp bi ser ket.

Donald Trûmp ê ji bo namzetiya Partiya Komarger a ji bo serokatiyê li ber xwe dide, di pêş hilbijartina li eyaleta Nevada'yê bi ser ket. Di vê hilbijartinê de hevrikên Trûmp Marco Rûbîo û Ted Crûz nekarîbûn xwe bigihînin wî.

Donald Trûmp beriya niha di pêş hilbijartinên li du eyaletan bi ser ketibû û bi tenê li Lowa'yê li hemberî Ted Crûz winda kiribû.

Encamên li Nevada'yê, ji bo pêş hilbijartinên 1'ê Adarê yên li 12 eyaletan, xwedî girîngiyeke mezin e.