CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Kedkarên çandiniyê yên li Fransayê li dijî buhayê kêm çalakî lidar xistin
Li Fransayê, li dijî buhayê kêm ê dikare rê li ber bêkarmayîna bi hezaran mirovên di karê xwedîkirina sewalan û çandiniyê de dixebitin, rêze çalakî hatin lidarxistin. -
Aloziya 'Sûriye' ya navbera Îran û Siûdiyan mezin dibe
Piştî ku Erebîstana Siûdî da xuyakirin, ku ew ji bo operasyoneke bejahî ya li Sûriyeyê amade ye, rewşa aloz a di navbera Riyad û Tehranê de ev demeke heye, mezintir bû. -
Endamekî din ê Nazî wê bê darizandin
Li Elmanyayê, darizandina leşkerên berê yên di kampên komkirinê yên Nazî de cih girtin, ku bi mîlyonan mirov lê hatin qirkirin, dewam dike. Di vê çarçoveyekê de leşkerekî din tê darizandin. -
YE û NATO amadekariyan dikin dest li Lîbyayê werdin
Li Lîbyayê, tevî ku di ser têkbirina Mûammer Kaddafî re 5 sal derbas bûne jî aramî hînê nehatiya vî welatî. NATO û YE, ji bo pêşî li xurtbûna çeteyên DAIŞ'ê li vî welatî bigirin, amadekariya destwerdaneke leşkerî dikin. -
Heleb dikeve bin kontrola rejîmê, aloziya navbera Enqere-Moskowayê mezin dibe
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, komên çekdar ên Tirkiye destê dide wan li derdora Helebê derbên giran xwarine. Tê gotin, korîdora ji sînorên Tirkiyeyê xwe digihîne Helebê, ketiye bin kontrola hêzên rejîmê. -
Awûstûrya dixwaze yekîneyeke leşkerî bişîne Balkanan
Wezîrê karên Derve yê Awûstûryayê Sebastîan Kûrz di Civîna Bilind a Wezîrên Karên Derve yên Yekîtiya Ewropayê ya li Amsterdamê de axivî û diyar kir, ji bo pêşî li koça penaberan a li Balkanan bigirin, ew ê yekîneyeke leşkerî bişînin. -
Li Zîmbabwe 2,5 mîlyon mirov birçî ne
Li welatê Afrîkayê Zîmbabwe, ku rastî karesata okyanûs-atmosferê El Nîno hat, yek ji çar parên gel birçî ye. Rêveberiya Zîmbabwe, ji ber xeteriya birçîbûnê rewşa lezgîn a afetê îlan kir. -
Li YE wê rêjeya bêkariyê kêmtir bibe
Li gorî texmînên dawî yên Komîsyona YE, îsal wê li gelemperiya yekîtiyê di asta ji sedî 1,9'an de mezinbûnek pêk were. Li gorî texmînên komîsyonê, rêjeya bêkariyê jî wê ji sedî 8,7 kêm bibe. -
Operasyonên qirkirinê yên AKP'ê wê li Parlamenta Swêdê bên nîqaşkirin
Zext û êrîşên AKP'ê yên li Sûr, Silopiya, Cizîr û Nisêbînê, wê di 11'ê Sibatê roja Pêncşemê de li Parlamenta Swêdê werin nîqaşkirin. -
Elmanya û Hollanda dixwazin yekîneyeke hevpar a ji 20 hezaran leşkeran ava bikin
Nîqaşên li ser avakirina hêzeke leşkerî ya hevpar a Ewropayê, ku piştî komkujiya li Parîsê ya ji aliyê DAIŞ'ê ve hat kirin ji nû ve ket rojevê, ji aliyê Elmanya û Hollanda ve bi cih tê anîn. -
NY ji Fransayê xwest hurmetê nîşanî mafên zarokan bide
Di rapora Komîteya Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (CRC) de, tevî şîdeta li hemberî zarokan a li Fransayê, nêzîkatiya li zarokên astengdar jî bi tundî hat rexnekirin. -
Elmanya li xwe mikur hat: 'Berdêla' hevkariya li dijî koçberiyê, bêdengiya li qetilkirina Kurdan e
Wezîrê Karên Hundir ê Elman da zanîn, ku sedema bêdengiya wan a li pêşberî binpêkirinên mafên mirovan ên li Tirkiyeyê 'berjewendiyên her du aliyan' û 'berdêla van berjewendiyan' e. -
Lavrov: Tirkiye bi terorîstan re gunehan dike
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Lavrov diyar kir, Tirkiye bi terorîstan re gunehan dike û destnîşan kir, ku ew ê vê ji bîr nekin. -
Hestiyên Nerûda wê ji nû ve werin defnkirin
Hestiyên Xwediyê Xelata Wêjeyê ya Nobelê helbestvanê ji Şîlî Pablo Nerûda, ku ji bo lêkolînkirinê beriya 3 salan hatibûn derxistin, wê di meha Nîsanê de ji nû ve bên defnkirin. -
Fabîûs: Ji bo peymana avhewayê gelek kar hene divê werin kirin
Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Fabîûs ê ji Konferansa Peymana Çarçoveyê ya Guhertina Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî re kir anî ziman, ji bo bicihanîna peymana avhewayê ya di meha Kanûnê de hat qebûlkirin, divê gelek kar bê kirin. -
Hewldanên ji bo zêdekirina buhayê petrolê bi kêr nayên
Ji bo pêşî li kêmbûna buhayê petrolê were girtin, Rûsya û welatên OPEC'ê her di nava hewldanan de ne. Ji bo buha bê zêdekirin, ev welat li ser kêmkirina hilberîna petrolê li hev nakin. -
8 hezar 250 Îslamiyên tund li Fransayê hatin tespîtkirin
Li Fransayê, ku di êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya meha Mijdarê de 130 kesan jiyana xwe ji dest dan, hejmara mirovên navê wan weke 'Îslamiyeên tund û xetere' hatin qeydkirin, di nava sala dawî de bi du qatan zêde bû. -
Li Spanyayê wezîfeya avakirina hikûmetê ji sosyalîstan re hat dayîn
Piştî ku Serokwezîrê demî Marîano Rajoy wezîfeya avakirina hikûmetê ya Qralê Spanyayê Felîpe yê 6. da wî red kir, qral ev wezîfe radestî lîerê Partiya Karker a Sosyalîst Pedro Sanchez kir. -
De Mîstûra: Pêkane Cenevre-3 jî têk biçe
Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî Staffan de Mîstûra yê ji bo Sûriyeyê hatiye wezîfedarkirin diyar kir, di her kêliyê de dibe ku Cenevre-3 têk biçe. -
Awûstûrya wê 50 hezar penaberan dersînor bike
Hikûmeta Awûstûryayê biryar da heta sala 2019'an herî kêm 50 hezar penaberan li welatên jê hatine vegerîne. -
Mîkro plastîk gefê li Heywanên Nermik (Mollusca) ên li Okyanûsan dixwe
Li gorî lêkolîna zanyarên Fransaî ya di kovara PNAS a ser bi Akademiyên Zanistên Amerîkayê hat weşandin, mîkro plastîkên di nava okyanûsan de tên hiştin, di serî de îstîrîdye gefeke cidî li çêbûna Heywanên Nermik dixwin. -
Di pêşhilbijartina li nava namzetên komarger de Crûz bi ser ket
Li gorî encamên destpêkê, Crûz ji sedî 28 ê dengan wergirt. Crûz, namzetê din ê komarger Donald Trûmp bi çar pûan li dû xwe hişt. -
'Zarokên koçber ên winda neçarî kolebûyînê tên hiştin'
Rojnamevanê Îtalî Lûca Attanasîo yê li ser zarokên penaber pirtûkek nivîsandiye, bi taybetî balê dikişîne ser drama zarokên bêyî malbatên xwe ketine ser rêya Ewropayê. -
IMF şertê vesazkirina deynên welatên di nava krîzê de ne radike
Fona Pereyan a Navneteweyî (IMF), şertê ji nû ve vesazkirina deynan ên têkildarî welatên di nava krîza aboriyê de ne dimeşand, wê rake. -
Ji zarokên penaber ên xwe li Ewropayê girtine 10 hezar winda ne
Ji 270 hezar zarokên penaber ên par hatin welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) 10 hezar jê winda ne.