Elmanya li xwe mikur hat: 'Berdêla' hevkariya li dijî koçberiyê, bêdengiya li qetilkirina Kurdan e

Wezîrê Karên Hundir ê Elman da zanîn, ku sedema bêdengiya wan a li pêşberî binpêkirinên mafên mirovan ên li Tirkiyeyê 'berjewendiyên her du aliyan' û 'berdêla van berjewendiyan' e.

Wezîrê Karên Hundir ê Elman da zanîn, ku sedema bêdengiya wan a li pêşberî binpêkirinên mafên mirovan ên li Tirkiyeyê 'berjewendiyên her du aliyan' û 'berdêla van berjewendiyan' e.

Di bernameya Monîtor a li qenala televîzyonê ya Elwman ARD hat weşandin de, bal hat kişandin ser komkujiyên li Kurdistanê tên kirin û hat destnîşankirin, ku hêzên dewletê li naverastê li pêşberî kamerayan komkujiyan dikin. Di bernameyê de dîmenên qetilkirina sivîlan li pêş kamerayan li Cizîrê hat parvekirin û ji bo bûyerên diqewimin hat gotin, "Ev dîmen ne ji Sûriyeyê ye, ji endamê NATO'yê ji Tirkiyeyê ye."

Di herikîna bernameyê de bal hat kişandin ser bêdengiya welatên Ewropayê bi taybetî bêdengiya Elmanyayê ya li pêşberî van qewimînan û hat destnîşankirin, ku bazara hikûmeta Elman li ser penaberan bi hikûmeta AKP'ê re kiriye, sedema vê bêdengiyê ye. Daxuyaniya beriya 3 salan a Serokwîr Angela Merkel ku gotibû, ew ê binpêkirinên mafên mirovan ên li Tirkiyeyê ji nedîtî ve neyên di bernameyê de hat bibîrxistin û pirsa "îro çima deng jê dernakeve?" hat pirsîn.

Hat ragihandin, du roj piştî weşandina dîmenên komkujiya li naverastê ya li Cizîrê, Ahmet Davûtoglû û Merkel li Berlînê li hev civiyane û Merkel di civîna çapemeniyê de li ser binpêkirinên mafên mirovan rexneyek bi tenê jî li Tirkiyeyê nekiriye.

DE MAÎZÎERE MIKUR HAT: 'BERDÊLA' SEKINANDINA KOÇBERIYÊ BÊDENGIYA LI PÊŞBERÎ KOMKUJIYAN E

Kameramanên Monîtor, polîtîkaya Elmanyayê ya ku di berdêla 'astengkirina' penaberan de komkujiyên li Kurdistanê ji nedîtî ve tê, bi gotinên Wezîrê Karên Hundir Thomas de Maîzîere nîşan dan.

Wezîrê Karên Hundir îdîa kir, ku ji wan tê hêvîkirin ew 'bi şev û bi roj rexneyan li Tirkiyeyê bikin' û anî ziman ku di navbera her du welatan de 'berjewendiyên du alî hene'. De Maîzîere xwest, ji ber berjewendiyan ev rexne neyên kirin.

De Maîzîere pirsên Monîtor ên di konferansekê de li ser heman mijarê cara duyemîn bersivand û got, "Bêguman li Tirkiyeyê gelek tiştên divê me rexne bikin diqewimin. Lê belê eger em dixwazin pêşî li koçberiya îllegal a ji Tirkiyeyê bigirin, hingî divê em qebûl bikin ku 'berdêleke' hevsengiya berjewendiyên her du aliyan heye."

Di bernameya Monîtor de pirsa "gelo berdêla vê bêdengî ye?" pirsî û cih da gotinên malbata Sevîm a ji Cizîrê. Malbata Sevîm hişyarî da, ku ji ber vê bêdengiya welatên Ewropayê ya li pêşberî komkujiyan, dibe ku koçberiyeke mezin a Kurd ber bi Ewropayê ve pêk were.