Lavrov: Tirkiye bi terorîstan re gunehan dike

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Lavrov diyar kir, Tirkiye bi terorîstan re gunehan dike û destnîşan kir, ku ew ê vê ji bîr nekin.

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ji kovara Limes a mehane li Îtalyayê tê weşandin re axivî û xistina balafira Rûsyayê di Mijdara 2015'an de ji aliyê Tirkiyeyê ve nirxand. Lavrov got, "Ne pêkan bû ku ev yek bandorê li têkiliyên Rûs-Tirk neke. Bi vê bûyerê re rastî derketin holê û ev yek ji bo me bû kêliyeke heqîqetê. Baweriya me ya ji Tirkiyeyê hejiya. Rûdana vê rewşê ne daxwaza me bû."

Lavrov anî ziman ku Enqereyê nexwestiye di mijara girtin û radestkirina welatiyên Rûsyayê yên çûne Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê hevkariyê bike û got, "Em ê vê hevkariya sûc a bi terorîstan re tê kirin ji bîr nekin. Lê belê, em rêveberiya Tirkiyeyê ya ji mirina leşkerên me yên li Sûriyeyê yekser berpirsyar e û dostên xwe yên di nava gelê Tirk de weke hev nabînin."

Lavrov îdîa kir ku bidawîbûna şerê li Sûriyeyê ji bo Rûsyayê 'mijareke prensîbê' ye û got, "Êrîşa hêzên hewayî yên Tirk li hemberî balafira bomberdûmanê ya Rûs, nêzîkatiyên me naguherîne. Eger li pişt provokasyona Tirkiyeyê armanceke bi vî rengî hebe, hingî wan hesabên şaş kirine."