Hestiyên Nerûda wê ji nû ve werin defnkirin

Hestiyên Xwediyê Xelata Wêjeyê ya Nobelê helbestvanê ji Şîlî Pablo Nerûda, ku ji bo lêkolînkirinê beriya 3 salan hatibûn derxistin, wê di meha Nîsanê de ji nû ve bên defnkirin.

Hestiyên Xwediyê Xelata Wêjeyê ya Nobelê helbestvanê ji Şîlî Pablo Nerûda, ku ji bo lêkolînkirinê beriya 3 salan hatibûn derxistin, wê di meha Nîsanê de ji nû ve bên defnkirin. Dadgerê ji Şîlî Marîo Carroza diyar kir, hestiyên di sala 2013'an de ji bo otopsiyê ji gorê hatin derxistin, ji aliyê qanûnî ve nepêkane bêhtir bê ragirtin.

Carroza da xuyakirin, ku hestiyên Nerûda wê li Girava Negra ya Şîlî, ku gora wî ya beriya niha li wir bû, di 26'ê Nîsanê de werin veşartin.

Dadger anî ziman, lêkolînên li ser vîrûs an jî bakteriyên pêkan e rê li ber mirina Nerûda vekirine, wê dewam bikin. Dadger ragihand, ku çend ji mînakên ji hestî jî wê li tipa edlî bên ragirtin.

Helbestvan û nivîskarê komunîst Pablo Nerûda, 12 roj piştî cûntaya leşkerî ya 1973'an ku serokdewletê sosyalîst Salvador Allende ji desthilatdariyê hat xistin, jiyana xwe ji dest dabû. Nerûda ku ji bo birêxistinkirina mûxalefeta li dijî darbeya faşîst a bi pêşengiya Aûgûsto Pînochet xwe amade dikir biçe Meksîkayê, di 23'ê Îlona 1973'an de jiyana xwe ji dest dabû.

Cûntaya leşkerî her çend îdîa kiribe ku Nerûda ji ber kansera prostat miriye jî, ajokarê helbestvanê navdar anî ziman, ku rojek beriya mirina Nerûda, doktorên cûntayê derziyek li wî dane. Ji bo lêkolîn bike bê Nerûda ji aliyê cûntayê ve hatiye qetilkirin an na, heyeteke pispor a navneteweyî analîz kiribû. Encamên analîzê wê di meha Adarê de werin aşkerekirin.