Li YE wê rêjeya bêkariyê kêmtir bibe

Li gorî texmînên dawî yên Komîsyona YE, îsal wê li gelemperiya yekîtiyê di asta ji sedî 1,9'an de mezinbûnek pêk were. Li gorî texmînên komîsyonê, rêjeya bêkariyê jî wê ji sedî 8,7 kêm bibe.

Li gorî texmînên dawî yên Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE), îsal wê li gelemperiya yekîtiyê di asta ji sedî 1,9'an de mezinbûnek pêk were. Li gorî texmînên komîsyonê, rêjeya bêkariyê jî wê ji sedî 8,7 kêm bibe.

Li gorî texmînên komîsyonê, heta dawiya sala 2016'an wê bi rêjeya ji sedî 4,5'an re aboriya Îrlandayê herî zêde bi pêş bikeve û herî kêm jî Fînlandiya bi rêjeya ji sedî 0,5 bi pêş bikeve. Tê texmînkirin ku aboriya Yewanîstanê bi rêjeya ji sedî 0,7 kêm bibe. Rêjeya mezinbûna aboriyê li tê texmînkirin ku li Spanyayê ji sedî 2,8, li Brîtanyayê ji sedî 2,1, li Elmanyayê ji sedî 1,8, li Îtalyayê ji sedî 1,4 û li Fransayê jî ji sedî 1,3 be.

Tê payîn ku li gelemperiya Yekîtiya Ewropayê rêjeya bêkariyê ji sedî 8,7 kêm bibe. Bêkariya herî zêde jî wê li Yewnanîstanê be, ku weke ji sedî 22,8 derkeve pêş. Tevî kêmbûna bêkariyê jî wê bêkariya li Spanyayê ji sedî 18,9 be.

Di asta herî nizm de bêkarî wê bi rêjeya ji sedî 4,7'an re li Komara Çekê, bi rêjeya ji sedî 4,9'an re li Brîtanyayê û bi rêjeya ji sedî 5,1'ê re li Elmanyayê be.

Li gelemperiya Yekîtiya Ewropayê bêkariya sala 2015'an ji sedî 9 bû.