Di pêşhilbijartina li nava namzetên komarger de Crûz bi ser ket

Li gorî encamên destpêkê, Crûz ji sedî 28 ê dengan wergirt. Crûz, namzetê din ê komarger Donald Trûmp bi çar pûan li dû xwe hişt.

Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, di pêşhilbijartina lowa ya li nava Partiya Komarger de ku 11 namzetan li ber xwe dan, Senatorê Teksasê Ted Crûz bi ser ket.

Li gorî encamên destpêkê, Crûz ji sedî 28 ê dengan wergirt. Crûz, namzetê din ê komarger Donald Trûmp bi çar pûan li dû xwe hişt.

Desteka ji bo Senatorê Florîda Marco Rûbîo jî ji sedî 23 bû.

Piştî aşkerebûna encaman Waliyê berê yê Arkansasê Mîke Hûckabee ragihand ku ew ji pêşbirka fermî vekişiya ye