Heleb dikeve bin kontrola rejîmê, aloziya navbera Enqere-Moskowayê mezin dibe

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, komên çekdar ên Tirkiye destê dide wan li derdora Helebê derbên giran xwarine. Tê gotin, korîdora ji sînorên Tirkiyeyê xwe digihîne Helebê, ketiye bin kontrola hêzên rejîmê.

Rejîma Baas a Sûriyeyê li bakurê Helebê bi pêş de diçe. Hêzên rejîmê yên bi desteka hewayî ya Rûsyayê bi pêş de diçin, gelek gund û cihên sivîlan ji destê komên çekdar derxistin.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, komên çekdar ên Tirkiye destê dide wan li derdora Helebê derbên giran xwarine. Tê gotin, korîdora ji sînorên Tirkiyeyê xwe digihîne Helebê, ketiye bin kontrola hêzên rejîmê.

Serokkomarê Tirk Erdogan îdîa kir, ku ji ber vî şerî bi deh hezaran mirovan koçî Tirkiyeyê kirine û ji hêzên navneteweyî destek xwest. Lê li gorî çavkaniyên herêmî hejmara kesên reviyane sînorên Tirkiyeyê çend hezar e.

Piştî ku komên ji aliyê Tirkiyeyê ve tên destekkirin ji bakurê Helebê hatin derxistin, rayedarên Tirk dest pê kirin Rûsyayê sûcdar bikin. Erdogan daxuyaniyek da û got, "Rûsya li wê derê operasyoneke dagirkirinê dimeşîne."

Tirkiyeyê ji Rûsyayê xwest, operasyonên xwe bisekinîne.

Nûnerê Rûsyayê yê Daîmî li Neteweyên Yekbûyî Vîtaliy Çûrkîn da xuyakirin, ku nepêkane operasyon werin sekinandin.

Berdevkê Serokkomarê Tirk Îbrahîm Kalin jî duh di civîna çapemeniyê de bibîr xist, ku Pûtîn bersivê nade telefonên Erdogan.