Awûstûrya dixwaze yekîneyeke leşkerî bişîne Balkanan

Wezîrê karên Derve yê Awûstûryayê Sebastîan Kûrz di Civîna Bilind a Wezîrên Karên Derve yên Yekîtiya Ewropayê ya li Amsterdamê de axivî û diyar kir, ji bo pêşî li koça penaberan a li Balkanan bigirin, ew ê yekîneyeke leşkerî bişînin.

Wezîrê karên Derve yê Awûstûryayê Sebastîan Kûrz di Civîna Bilind a Wezîrên Karên Derve yên Yekîtiya Ewropayê (YE) ya li Amsterdamê de axivî û diyar kir, ji bo pêşî li koça penaberan a li Balkanan bigirin, ew ê yekîneyeke leşkerî bişînin.

Kûrz da xuyakirin, ku ew dixwazin yekîneya leşkerî ji bo ewlekirina sînorê Yewnanîstan-Makedonyayê û qeydkirina penaberan bişînin û bibîr xist, ku Yewnanîstan xwe nêzî vê pêşniyarê nake. Kûrz anî ziman, Makedonya û welatekî din ê Balkanan Sirbîstan bi erênî nêzî vê daxwaza wan dibin û ragihand, ku ji bo vê 3 alternatîfên wan hene.

Wezîrê Karên Devre yê Awûstûryayê da xuyakirin, ku tevî hevkariyeke leşkerî ya temamiya Yekîtiya Ewropayê, di navbera welatên ketine bin bandora koçberiya penaberan an jî di navbera du welatan de hevkarî dikare bê kirin.

Wezîrê Parastinê Hans Peter Doskozîl jî diyar kir, ji bo Ajansa Polîsê Sînor a Ewropayê (Frontex) nîvê xwe ji leşkeran pêk were, wan bi qasî 100 yekîne pêşniyar kirine. Doskozîl anî ziman ku heta niha ji Frontexê hînê daxwaza alîkariyê ji van yekîneyan nehatiye.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên hikûmeta Awûstûryayê hatin wergirtin, tê payîn di meha Adarê de bi welatên Balkanan û Ewropa Navîn re civîneke bilind bê lidarxistin. Di nava van welatan de Sirbîstan, Makedonya, endamên Yekîtiya Ewropayê Macarîstan, Komara Çekê ,Slovakya û Xirvatîstan hene.