Hewldanên ji bo zêdekirina buhayê petrolê bi kêr nayên
Ji bo pêşî li kêmbûna buhayê petrolê were girtin, Rûsya û welatên OPEC'ê her di nava hewldanan de ne. Ji bo buha bê zêdekirin, ev welat li ser kêmkirina hilberîna petrolê li hev nakin.
Ji bo pêşî li kêmbûna buhayê petrolê were girtin, Rûsya û welatên OPEC'ê her di nava hewldanan de ne. Ji bo buha bê zêdekirin, ev welat li ser kêmkirina hilberîna petrolê li hev nakin.
Ji bo pêşî li kêmbûna buhayê petrolê were girtin, Rûsya û welatên OPEC'ê her di nava hewldanan de ne. Ji bo buha bê zêdekirin, ev welat li ser kêmkirina hilberîna petrolê li hev nakin. Rûsya ku bi biryar e buha zêde bike, di heman demê de hilberîna xwe ya petrolê jî didomîne.
Rûsyayê hilberîna petrolê ya meha Çileyê, li gorî heman dema par ji sedî 1,5 zêde kir û rojane kir 10 mîlyon 878 hezar varîl. Rûsyayê di meha Çileyê de rojane 5 mîlyon 336 hezar varîl îxracata petrolê kir.
Kêmbûna buhayê petrolê ji mehên navîn ên sala 2014'an û vir ve dewam dike. Buhayê varîla petrola Derya Bakur Brent, duh 1,32 Dolar kêm bû û daket binê 32 dolaran.
Ji bo zêdekirina buhayê petrolê, Rûsya bi welatên endamê Rêxistina Welatên Petrolê Îxracat dikin (OPEC) re danûstandinên xwe zêde kir û hewl dide hilberîna petrolê di rêjeyekê de bigire.
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê bi vê armancê Emaretên Ereb ên Yekbûyî ziyaret kir û Wezîrê Enerjiyê Aleksander Novak jî çû welatekî din ê endamê OPEC'ê Venezûela. Lê belê, tevî van danûstandinên bi welatên endam re hînê hevdîtineke saziyî bi OPEC'ê re ji aliyê Rûsyayê nehatiye plankirin.
EGER RÛSYA Û SIÛDÎ KÊM BIKIN, WÊ ÎRAN JÊ SÛDÊ WERBIGIRE
Rûsya û Erebîstana Siûdî ku serkêşiya hilberîna petrolê dikin, nediyar e ku hilberîna petrolê kêm bikin an na. Li gorî pisporan, kêmkirina hilberîna petrolê ji aliyê her du welatan ve wê bi kêrî îranê were û nayê payîn ku vê gavê hewldaneke bi vî rengî were kirin.