Li Zîmbabwe 2,5 mîlyon mirov birçî ne
Li welatê Afrîkayê Zîmbabwe, ku rastî karesata okyanûs-atmosferê El Nîno hat, yek ji çar parên gel birçî ye. Rêveberiya Zîmbabwe, ji ber xeteriya birçîbûnê rewşa lezgîn a afetê îlan kir.

Wezîrê Rêveberiyên Herêmî û Karên Cemaweriyê Savîoûr Kasûkûwere da xuyakirin, ku li welêt herî kêm 2 mîlyon 450 hezar kes bi birçîbûnê re rû bi rû ne. Wezîr da zanîn, di destpêka ziwatiya ji ber El Nîno de ev hejmar 1,5 mîlyon bû û diyar kir, Serokdewlet Robert Mûgabe rewşa lezgîn a afetê îlan kiriye.
Li gorî agahiyên ji aliyê wezîr ve hatiye dayîn, zêdeyî 3,5 mîlyon mirovên li vî welatî ketine bin bandora pirsgirêka xwarinê ya ji ber ziwatiyê.
Ji ber El Nîno, gelek berhemên çandiniyê yên li welêt tine bûn û gelek heywan telef bûn.
Zîmbabwe ku berê weke depoya zad a Afrîkayê dihat zanîn, di rewşa heyî de ji neçarî zad ji derve dikire. Tevî ziwatiyê tê gotin ku reforma axê ya dîktator Serokdewlet Robert Mûgabe xistiye meriyetê, bandorê li pirsgirêka peydakirina zad dike.
Li gorî Nûnerê Bernameya Zad a Neteweyên Yekbûyî (WFP) ê Afrîka Başûr Davîd Orr, kêmbûna berhemên çandiniyê yên par li Zîmbabwe rû da, di vê xeteriya birçîbûnê de roleke girîng dilîze. Orr da xuyakirin, ku li gorî texmîna wan wê îsal jî berhemên zad kêm be û anî ziman, mehên Cotmeh, Mijdar û Kanûnê ji 35 salên dawî bêhtir ziwa derbas bûne.
Li gorî hin çavdêran, bi tenê di nava vê salê de wê 1,3 mîlyon ton garis ji derve bê kirîn.