De Mîstûra: Pêkane Cenevre-3 jî têk biçe
Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî Staffan de Mîstûra yê ji bo Sûriyeyê hatiye wezîfedarkirin diyar kir, di her kêliyê de dibe ku Cenevre-3 têk biçe.

Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî Staffan de Mîstûra beşdarî weşana televîzyona Swîsreyê RTS bû û li ser Cenevre-3 daxuyanî da.
De Mîstûra anî ziman, ku piştî şerekî giran ê 5 salan peydakirina çareseriyeke siyasî ji bo Sûriyeyê ne karekî hêsan e û got, "Piştî têkçûna 2 hewldanan, eger ev yek jî bi ser nekeve, wê rewşeke nebaş ji bo siberoja Sûriyeyê derkeve holê û rê li ber bêhêviyeke mezin vebe."
De Mîstûra da zanîn, eger danûstandin erênî derbas bibin pêkane agirbestek bê ragihandin û da xuyakirin, ku weke Neteweyên Yekebûyî ew dixwazin bi danûstandinan re encameke şênber bi dest bixin.
Der barê pirsa "gelo dibe ku hevdîtin bê encam bimînin û têk biçin?" de Mîstûra ev bersiv da: "Di rewşeke ku alî ji hev nefret dikin, ji hev bawer nakin de, pêkane ku serketin bi dest nekeve. Ji bo çareseriya krîzê divê alî bi her awayî bikevin nava hewldanan."