Elmanya û Hollanda dixwazin yekîneyeke hevpar a ji 20 hezaran leşkeran ava bikin

Nîqaşên li ser avakirina hêzeke leşkerî ya hevpar a Ewropayê, ku piştî komkujiya li Parîsê ya ji aliyê DAIŞ'ê ve hat kirin ji nû ve ket rojevê, ji aliyê Elmanya û Hollanda ve bi cih tê anîn.

Nîqaşên li ser avakirina hêzeke leşkerî ya hevpar a Ewropayê, ku piştî komkujiya li Parîsê ya ji aliyê DAIŞ'ê ve hat kirin ji nû ve ket rojevê, ji aliyê Elmanya û Hollanda ve bi cih tê anîn. Her du welat dixwazin yekîneyeke hevpar a operasyonel a ji 20 hezar leşkeran ava bikin.

Wezîrên Parastinê yên Elmanya û Hollandayê li keştiyeke şer a Hollandayê peyman mor kirin. Bi vê peymanê re biryar hat dayîn ku hin yekîneyên bijarte yên her du welatan bi hev re tevbigerin.

Wezîra Parastinê ya Elman Ûrsûla von der Leyen û hempîşeya wê ya Hollandî Jeanîne Hennîs-Plasschaert mora xwe danîn binê vê peymanê. Di vê çarçoveyê de yekîneya bijartine ya ji 800 hêzên deryayî pêk tê û li Eckermforde ye, wê bi Hêzên Deryayî yên Hollandayê ve bê girêdan. Ev yekîne wê ji bo alîkariya lezgîn, têkoşîna li dijî terorê û parastina rêyên deryayê wezîfeyê bike. Yekîne wê li keştiya mezin a Hêzên Deryayî ya Hollandayê ya bi navê Karel Doormanê wezîfeyê bike.

Di çarçoveya peymanê de wê li yekîneya tankê ya ji 3 hezar leşkeran a li bajarê Bergen ê eyaleta Nîedersachsen a Elmanyayê ye, 400 leşkerên Hollandî werin zêdekirin. Di nava vê yekîneya hevpar a di sala 2019'an de destpê bike, tevî 30 panzerên Leopard ên Elman, wê 19 tankên şer ên Leopard ên Hollandayê jî cih bigirin.

Her du welat dixwazin hejmara leşkerên di nava hêza hevpar de, heta sala 2021'an bigihîne 20 hezaran.